Walîtiya Colemêrgê TRT’ê derewand

Walîtiya Colemêrgê TRT’ê derewand

Televîzyona dewleta Tirk TRT’ê ragihand di encama pevçûna li navçeya Şemizînan a Colemêrgêde 24 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Alîkarê Waliyê Colemêrgê Abdullah Şen TRT’ê derewand.

TRT’ê îdîa kir ku di encama serdegirtina gerîlayan a li dijî qereqolek a Şemizînanê de 24 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Lê ev nûçe ji aliyê walitiya Colemêrgê ve hat derewandin.

Alîkarê Şaredarê Abdullah Şen ragihand ku heta niha di pevçûnê de cerdevanek miriye û tu agahiya dibêje ku 24 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane, nehatin.