Gêrîlayên HPG’ê duh di kontrola rê de 3 cerdevan binçavkirin. Piştî binçavkirina 3 cerdevanan Waliyê Bedlîsê daxuyanî da û dagirtina cerdevanan piştrast kir.
Duh li navçeya Hîzanê ya Bêdlîsê piştî di navbera gêrîlayên HPG'ê û leşkeran de şer derket, endamên HPG'ê 15 kîlometre dûrî Hêzanê li nêzî rêya Gundê Seyitava 3 cerdevan binçavkirin. Gêrîlayên HPG'ê piştî 3 cerdevan binçavkirin û bi xwe re birin Waliyê Bedlîsê daxuyanî da û binçavkirina cerdevanan piştrast kir.
Walî da zanîn ku, maşîneyek sivîl 3 cerdevan revandine û bi xwe re birine û welatiyê bi navê Abdullah Durgun birîndar bûye. Durgun li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê tê dermankirin. Piştî bûyerê li herêmê operasyon hate destpêkirin.