Velî Encuyê 11 xizmên xwe winda kir ji kar hat derxistin

Velî Encuyê 11 xizmên xwe winda kir ji kar hat derxistin

Velî Encu yê ku di komkujiya Roboskiyê de 11 xizmên xwe winda kir, dest bi mamostetiya bi pere kir. Du roj piştre ji kar hate derxistin. Encu da zanîn ku sedema vê yekê nêrîna rayedaran a li hemberî Roboskiyê ye û got: “Ger me tazmînata ku tê wateyê bertîla ji bo aşkerenebûna komkujiyê qebûl bikiriba, me pereyê mehane qebûl bikiriba, îro ez dê li rastî vê yekê bihatibama?”

Hema bêje salek bi ser komkujiya Roboskê re derbas bû. Heta niha berpirsên komkujiy nehatine darizandin. Malbatên qûrbanên komkujiyê her roja diçe mexdûrtir dibin. Velî Encu yê ku di komkujiyê de birayê xwe û gelek xizmên xwe yên nêzîk winda kir, piştî ku li Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Qilabanê dest bi mamostetiya bi pere kir, du roj paşê ji kar hate derxistin. Midûriyeta Perwerdeyê bi hinceta “Mamoste zêde ne” roja 11’ê berfanbarê Encu ji kar derxist. Lê Velî Encu diyar dike ku eleqeya vê yekê bi komkujiya Roboskî re heye.

ÇÎROKA JIYANAKE ZOR

Velî Encu ji ANF’ê re aixvî û diyar kir ku wî di sala 1995’ê de carna bê pênûs, carna bê lênivîs, guh nedaye serma, berf û baranê û bi kîlometreyan li rê meşiyaye û çûye dibistanê. Encu diyar kir ku ji ber ku Roboskî li ser sînor e û lêçûnên wan ên dibistanan tune bûn, neçar maye ku bazirganiya li ser sînor jî bike.

Encu diyar kir ku piştî komkujiyê wî ji bo mamostetiyê serlêdan kir, piştî ku serlêdan hat qebûlkirin, kêm be jî hinek dilê wî şa bûye û wiha axivî:

“Ji ber ku li gundê me û gundên derdorê kêmaniya mamosteyan hebû û ez jî bê kar bûm, min beriya du mehan serî li Midûrieyta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Qilabanê da. Min hevdîtin bi midûriyet û midûrê perwerdeyê re pêk anî û ji min re gotin ku dê li Dibistana Seretayî ya Haburê cihê hebe. Piştre ji min re gotin tu dikarî 10’ê berfanbarê dest bi mamostetiyê bikî. Min di vê demê de xwe amade kir. Pişt du rojan cîgira midûrê dibistanê mamoste Burcu ji min re got ku dawî li peywira min anîne. Ez matmayî bûm û min sedema wê pirs û ji min re got ‘wisa divê...”

‘GER LI HEMBERÎ KOMKUJIYÊ BÊ DENG BIMÎNIM, EV DÊ BIHATA SERÊ MIN?’

Encu axaftinên xwe wiha domand: “Piştî bûyerên 28’ê Berfanbara 2011, jiyana me serûbin bû û êşên gelek mezin ji me re hiştin, yek jê birayê min 11 xizmên xwe winda kir. Bi ya min ji ber têkoşîna me ya li li dijî komkujiya Roboskî ku 34 kes tê de hatin qetilkirin, ez ji vî karî hatim derxistin. Ger em di dema komkujiyê de bi qasî qeymeqam, fermandarê tugayê û qereqolê bê deng bimana, ger me tazmînata ku tê wateyê bertîla ji bo aşkerenebûna komkujiyê qebûl bikiriba, me pereyê mehane qebûl bikiriba, îro ez dê li rastî vê yekê bihatibama?”

JI BER QADA JIYANÊ TÊ TENGKIRIN, DIXWAZIN KOÇBER BIBIN

Encu got: “Di jiyana min de gelek zorî û tengasî hatin pêşiya min, lê qet bêzar nebûm, min dewam kir. Her çendî li gundê min şeva 28’ê Berfabarê 11 jê xizmên min, bi giştî 34 kes hatin qetilkirin, lê min dest ji xwendina xwe û têkoşîna xwe ya jiyanê berneda” û wiha domand: “Ev yek bi temamî bi ferman Qeymeqamtiya Qilabanê hatiye kirin. Me êdî nêrîn û ramana dewletê ya li hemberî xwe zanî. Lê em ê dest ji qirika dewletê bernedin. Piştî van bûyeran hêviya min a peydakirina kar li Tirkiyeyê nema. Ji ber ku paşnavê min Encu ye ev yek asteng e. Ger berpirsên Roboskiyê neyên aşkerekirin, em ê koçber bibin. ji ber ku qada me ya jiyanê tê tengkirin û em nikarin karek jî peyda bikin.”