Vê bêexlaqiyê bisekinînin!
Komîteya Şehîdan a PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê bang li hemû Kurdan kir, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî şehîdgehên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê, têkoşîneke xurt bimeşînin.
Komîteya Şehîdan a PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê bang li hemû Kurdan kir, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî şehîdgehên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê, têkoşîneke xurt bimeşînin.
Berdevkê Komîteya Şehîdan a PKK'ê yê Başûrê Kurdistanê Elî Mihemed, êrîşên AKP'ê yên li hemberî şehîdgehên gerîla weke êrîşên bêexlaqî û li dijî mirovahiyê bi nav kir û got, "Em bang li hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê dikin, ku li dijî êrîşên bêexlaqiye yên dewleta Tirk li hemberî şehîdên me dike, têkoşîneke xurt bimeşînin."
Mihemed axaftina xwe wiha dewam kir: "Erdogan û hikûmeta AKP'ê bi êrîşa li hemberî Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî ya li Gimgimê re, nîşan dan ku dixwazin hemû dibetiyên diyalogê yên ji bo pêvajoya çareseriyê ji holê rakin. Ji ber ku ev nema dikarin xwe li daxwazên têkoşîna azadiyê û gelê Kurd rabigirin. Nêrîneke van a ji bo çareseriyê nîne. Ev êrîşên bêexlaqî û li dijî mirovahiyê yên li hemberî gorên gerîlayên Kurd, nepêkane ku bên qebûlkirin."
Mihemed got, "Weke komîteyê em van êrîşên bêexlaqî bi tundî şermezar dikin" û bang li gel û medya Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî van kiryarên dewleta Tirk bi Kurdên li Bakurê Kurdistanê re bibin yek wicûd. Mihemed got, "Em weke Komîteya Şehîdan a PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê vê êrîşa bêexlaqî û li dijî mirovahiyê bi tundî û bi hêrs şermezar dikin. Girîng e gel û medya Başûrê Kurdistanê lih emberî vê yekê bêdeng nemînin. Ev şehîdên me ne tenê şehîdên Bakurê Kurdistanê ne, şehîdên tevahiya Kurdan e. Mirovên me yên ji bo azadiya Kurdan şehîd bûne. Lewma, bêdengiya li pêşberî vê hovîtiyê nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê divê gelê me yê li çar parçeyan li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bike."
Mihemed bang li saziyên pêwendîdar ên navneteweyî jî kir û got, "Exlaqekî şer jî heye. Bi van êrîşên bêexlaqî re dewleta Tirk bi awayekî vekirî sûc dike."
Mihemed bêdengiya hêzên navneteweyî rexne kir û got, "Li dijî êrîşên li hemberî ziyaretgehên şehîdên me, saziyên mafên mirovan ên li qada navneteweyî û saziyên hiqûqa şer dişopînin, bêdeng in. Ev bêdengî balê dikişîne û nayê qebûlkirin. Bêdengiya li vî sûcê şer tê wateya erêkirina vî sûcî, tê wateya hevpariya vî sûcî. Eger ev sazî naxwazin bikevin rewşeke bi vî rengî divê bêdeng nemînin."