TZPKurdî û Navenda Gişti ya KURDÎ-DER'ê biboneya destpêka vekirina dibistanan civîna çapemeniyê pêk anî û bang li hemû gelên Tirkiyeyê kir ku, zarokên xwe neşînin dibistan û navendên asîmîlasyonê.
TZPKurdî û Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê biboneya destpêka vekirina dibistanan li avahiya Navenda KURDÎ-DER'ê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê TZPKurdî Rêveberê Navenda KURDÎ-DER'ê Rifhat Ozturk daxuyanî da û diyar kir ku, ji destpêka komarê heta niha ziman, çand, û nasnameya gelê Kurd tê inkarkirin. Ozturk da zanîn ku, polîtîkaya netewperest û faşîzane ya îttîhat terakî bû sedema polîtîkayên tunekirinê yên bi dehan gel û neteweyan û wiha got: "Polîtîkayên îmha, înkar, qirkirin, koçberkirin û tunekirinê axa Anatolya kir goristana gelan."
Ozturk da zanîn ku, ji salên 90'an heta niha her tim gelê Kurd ji bo parastina çand ziman û nasnameya xwe li dijî polîtîkaya faşîzane ya pişaftinê ku sûcê mirovahiyê ye li ber xwe dide û wiha axivî: "Berxwedana gelê Kurd bi bedêlên gelekî giran gihişt asteke wisan ku, di Rojhilata Navîn de rê li ber gelek guherînên civakî vekir. Guherînên ku îro li Rojhilata Navîn bi navê bihara Ereban tê binavkirin, di rastiya xwe de bihara gelane û çavkaniya vê rastiyê jî, têkoşîna rêbertî û tevgera azadiya gelê Kurde. Gelê Kurd bi zanîn, feraset û paradîgmaya rêbertiya xwe ya nuh ev pêvajo, beriya ku biqewime dît û eşkere kir. Dîsa berxwedan û paradîgmaya nû ya gelê Kurd li hemû perçeyên welat û cîhanê bû hêvîya têkoşîn, xwenasîn û bixwebaweriyê. Divê têkoşîn û berxwedana gelê me jî li gor rihê vê pêvajoyê û demê be."
'BI ÎNKARA ZIMAN Û NASNAMEYÊ NETEWE TÊ ÎNKARKIRIN'
Ozturk da zanîn ku, tê zanîn çand û ziman, nasnameya gel û neteweyane û wiha berdewam kir: "Tunekirina ziman û çand, di heman demê de tunekirina neteweyane. Dîsa tê zanîn ku, ji destpêka komarê û vir ve, armanca vê pergalê bi hemû cureyên asîmîlasyonê tunekirina çand û ziman, ango tunekirina gelê Kurde. Divê li hember vê feraset û armanca qirêj ya pergalê her Kurd berpirsyariya xwe bi bîr bîne û li gor vê tevbigere. Pevajoya îroyin vê berpirsyariyê li ser hemû kurdan ferz dike. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Rojhelata Navîn ya herî bingehîne. Bi sedan salane didome û bûye sedema gelek qewimînên hovane. Bi taybetî 30 salê dawî yên Komara Tirkiyê bi vê pirsgirêkê derbaz bûye û dibe. Em wekî TZP-Kurdî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, wekî ku li hemû cîhanê rêbaza bingehîne, divê bi muxataban re were rûniştin û muzakerekirin. Muxatab jî bi salane ku ji hêla gelê Kurd ve bi şêweyên cûr bi cûr hatine destnîşankirin û eşkerekirin.
'DIVÊ DEWLET DEST DIRÊJÎ MAFÊ ZIMAN Û ÇANDÊ NEKE'
Oztur daxuyand ku, mafê bikaranîn û perwerdehiya zimên mafê herî xwezayî û rewa yê kes û neteweyane û wiha dirêjî da axaftinê: "Ev maf ne bi ferzkirina dewlet û hukumetan, bi daxwaza gel dikare were bikaranîn û pêkanîn . Heke dewlet destdirêjîya vî mafî bike, divê li hember dewletê bertekên tund werin nîşandan û tekoşîna herî dijwar ya şoreşgerî were destpêkirin. Em wekî TZP-Kurdî li hemû gelên Anatolyayê (ermenî,asûrî,laz,çerkez û yên din) bang dikin ku bi şêwazeke şoreşgerî li vî mafî xwedî derbikevin. Bêdengî û bêhelwestmayina li hember van pêkanînan, hevkarî û piştgiriya van pekanînane. Divê em baş bizanibin ku, bêdeng mayîn dê were wateya pejirandinê. Li Kurdistanê navendên pişaftinê yên bingehîn dibistanin. Bi sedan salane ku di van navendan de bi rêya perwerdehiyê, gelê Kurd û hindikahiyên din tên pişaftin. Dem hatiye ku divê her kesek li ser rastiya van navendan biponije û li rastiya xwe vegere. Divê hemû mamoste û perwerdekarên ku di van navendan de peywirdarin, bi şêwazeke baldartirîn bifikirin ku çi dikin û çawan bûne amûrê pişaftinê. Divê teqez helwesta xwe nîşan bidin û dev ji vî karê bêrûmet berdin.
Di van rojên ku em têde ne, serdema vebûna dibistanane. Pergal bi hemû hêza xwe amedekariyên serdemê dike. Di van amedekariyan de, dê para zarokên Kurd û kêmahiyên din, pişaftin be. Dê zarokên gelê Kurd careke din ji ziman, nasname û kesayetiya xwe werin dûrxistin. Ev helwest û pêkanîn, li gor peymanên navneteweyî sûcên mirovahiyê ne. Divê tu kesekî nebe hevkarê vî sûcî. Divê gelê Kurd êdî li rastiya xwe vegere û vê pergalê red bike.
'JI BO PARASTINA ZIMAN DIVÊ TÊKOŞÎNA HERÎ DIJWAR BÊ DAYÎN'
Ozkur bang li her kesî kir û xwest li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin û wiha dawî li axaftinê anî: "Em TZP-Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdeyîya bi zimanê dayîkê, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de tişta herî jêneger dibînin û bêyî vê tu helwestê napejirînin. Dîsa em bang dikin ku, gelê me li hember vê pişaftina ku bi rêbazeke faşîzane tê birêvebirin helwesta xwe ya neteweyî nîşan bide û van pêkanînên qirêj û dibistanan red bike. Bi tu awayî zarokên xwe neşîne van navendên pişaftin û bêrûmetkirinê. Ji ber ku ziman stûna bingehîn ya hebûn û netewebûnê ye, divê li hember înkar û tunekirinê têkoşîna herî dijwar û rewa di warê parastina ziman de were dayîn. Ji bo gel û neteweyan şertê yekemîn yê azadiyê axaftin, bikaranîn , xwendin û nivisandina bi zimanê xwe ye."