Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan di çalakiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan de axivî û diyar kir ku, ew daxwaza edaletê dikin û wiha got: "Dozger dibînin û dizanin. Em li vir pêşandanê nakin. Em êşên xwe parve dikin. Em mafê gorê dixwazin. Gorekî ku dayîk li ser duayekê bike tune ye."
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 201 li Parka Koşuyoluyê li dar xistin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, Serokê Akademiya Mafên Mirovan Husnu Ondul jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin û pankrata "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" hate vekirin.
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku, 201 heftene çîrokên mirovan vedibêjin û wiha got: "Tu dozgeran heta niha di derbarê bûyerên kiryar nediyar de lêpirsîn venekirine. Ligel lêpirsîn venekirin ji me re jî gotin 'hûn îftîrayan dikin'" Bîlîcî anî ziman ku, tu hikûmeta ji bo bûyerên kiryar nediyar zelal bikin tu xebat nekirin û wiha got: "Ligel têkildarî cînayetên kiryar nediyar de îfadeyên hinek polîsan hebûn jî rayedarên dewletê tu tişt nekirin. Heke di ser wan de çûban îro Roboskî çêne dibû."
'AQUBETA SEDAN MIROVAN ÇAWA?'
Serokê Giştî yê ÎHD Ozturk Turkdogan jî aqubeta sedan kesên hatin windakirin pirsîn û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê pêk tên. Turkdogan diyar kir ku, ÎHD'ê bi xebatên kirin sedan gorên komî tespît kirin û wiha got: "Lê em nizanin winda di kîjan goran da ne."
Turkdogan da zanîn ku, ligel kiryar tên zanîn heta niha nehatin darizandin û wiha got: "Em edaletê dixwazin. Dozger dizanin û dibînin. Em li vir pêşandanê nakin. Em êşên xwe parve dikin. Em mafê gorê dixwazin. Dayîk dixwazin gorek hebe li ser duayan bikin."
Serokê Akademiya Mafên Mirovan Husnu Ondul jî diyar kir ku, 20 salin heman daxwazan tînin ziman û wiha got: "Li gel vê yekê kiryar nehatin darizandin me xemgîn dikin. Divê darizandin pêk bên û edalet pêk bê."
Piştî axaftinan çîroka Ahmet Akbaş yê ku 17 salî li gundê Çagtaşê yê Xozatê ya Dêrsimê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin hate xwendin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.