Turk: Tirsa Erdogan yekitiya Kurdan e

Turk: Tirsa Erdogan yekitiya Kurdan e

Hevsero KCD’ê Aysel Tugluk di 6’emîn Civîna Giştî ya KCD’ê de balkişand ser polîtîkayên AKP’ê û got: “Polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî gelê kurd li Îmraliyê, li Newroza Amedê û van rojên dawî jî li Şemzînanê têk çûye.” Ahmet Turk jî got; “Tirsa Erdogan yekitiya Kurdan “.

6’emîn Civîna Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk li salona Vedat Aydin a li avahiya Rêxistina BDP’ê ya Amedê bi tevlibûna Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, nûnerên Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK) Şerva Mihemed, Pervîn Hesen, Nûnera Tevgera Jinan a Başurê Kurdistanê ROJAK Berîvan Mihemed, Nûnerê Tevgera Hemwelatiyên Azad ya Başurê Kurdistanê Serdar Star, parlamenterên, şaredar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedarên kurd ên ji parçeyên Kurdistanê, mele, Seyda û gelek oldaran dest pê kir. Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk piştî rêzgirtinê axaftina vekerinê kir.

‘POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê TÊK ÇÛN’

Tugluk, di destpêkê de destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de yekitiya kurdan gelek girîng e û lazime kurd bi projeyekê yekitiyê bersiv bidin vê pêvajoyê. Tugluk, got ku ev 100 sale kurd bê statu hatine hiştin û di sedsala 21’emîn de êdî kurd vê rewşê qebûl nakin. Tugluk wiha dirêjî da axaftina xwe : “Gelek zelale ku tu projeyên çareseriya pirsgirêka kurd ya AKP tuneye. Ew hêj bi çend gavên xapînok dixwazin înkarkirina kurdan bidomînin. Lazime hemû mafên kurdan werin mîsogerkirin. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî ji bo kurdan mafekî jêneveger e. Gelê kurd mafê perwerdehiya kurdî û parastina bi kurdî dixwaze. Dersa hilbijartî bila ji bo tirkan bidin dayîn. Ji bo kurdan ev nabe.” Tugluk da zanîn ku polîtîkayên AKP yên li hemberî kurdan têk çûne û wiha got: “Polîtîkayên AKP’ê li Îmraliyê, li Newrozê û li Şemzînanê têk çû.”

Tugluk bal kişand ser operasyonên KCK’ê jî û got, “Wan digot ji wxe bi girtina siyasetmedaran wê tevgera siyasî ya kurdan têk bibin. Lê wen nekarî tevgera kurdan têk neçû.”

‘13 SAL E LI ÎMRALIYÊ ÎŞKENCE TÊ KIRIN’

Tugluk di berdexamê de li ser girankirina tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev zêdetirê 400 roje bi parêzer û xizmên xwe re nayê cem hev û got ku AKP bi vî şiklî dixwaze neçareseriya pirsgirêka kurd kûr bike. Tugluk der barê mijarê de ev tişt lê zêde kir: “Ev 13 sale li Îmraliyê pergala îşkenceyê tê jiyandin. Ocalan ne girtiyek ji rêzê ye. 3,5 milyon kurdan ew wekî îradeya wxe ya siyasî aşkera kiriye. Lazime di zutirin demê de tecrîd were rakirin û rê li ber aştiyê bê vekirin. Dîsa lazime protokolên di pêvajoya Osloyê de hatine nivîsîn bên qebûlkirin û rêyên diyalogê cardin bên vekirin.”

Tugluk, her wiha Şoreşa Rojavayê jî slav kir û ji PYD û tevgera siyasî ya kurd re silav şand.

‘HÛN BÊ MINET IN’

Tugluk, der barê mijara rakirina destnedayîna parlamenterên BDP’ê jî anî ziman û wiha axivî: “Em ameden tu bedel pêwîst be di vê rê de bidin. Lê gelo ey desthilatdar hûn ji bo wê amadene. Hûn bê minetin ku em sindoqê deynîn ber gel ka kî wê ji sindoqê derkeve. Ji xwe heta niha rêyên siyaseta demokratîk ji kurdan re girtîbûn. Em her tim têkoşîn vê didin.

‘BIHARA WAN VEGERIYA ZIVISTANÊ’

Piştî Tugluk, Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk jî axaftinek kir. Turk di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Li Rojhilata Navîn dibêjin ‘Bihara Ereban’ diqewimin. Lê dema mirov mêze pêvajoya Suriye û Lîbyayê dike, xuya dibe ku ‘Bihar’ vegeriyaye ‘Zivistanê’. Lê ev rewş ji bo kurdan derbasdêr nîne. Gelê kurd li rojhilata navîn bê navber têkoşîna xwe didomînin. Îro roj, roja yekitiya kurdan e. Ez bang li hemû kesî dikim ku vê yekitiyê ava bikin. Tirsa Erdogan jî ji vê yekitiyê ye. Piştî Rojava wê dor were Rojhilat. Hemû tirs ji ber vê ye. Têkoşîna kurdan ji bo gelên Rojhilata Navîn jî gelek girîng e. Jixwe Birêz Ocalan Konfederalîzma Demokratîk ya Rojhilata Navîn ji bo vê pêşniyar kir. Ji ber wê jî azadiya Birêz Ocalan ji bo gelen gelek girîng e. Tu kes wekî wî rê nade siyaseta Rojhilata Navîn.”

‘TÛ HÊZ NÎKARIN TÊKOŞÎNA ME ASTENG BIKIN’

Turk, di berdawemê de got ku tu kes û tu hêz nikarin rê li ber têkoşîna azadiya kurdan bigirin û wiha got: “Me salên, 80,90 û 95’an dît. Wê demê we nekarî rê li ber vê têkoşînê bigirin. Hûn niha jî nikarin. Ger îro em baş bi nirxînin sed sala 21’an ji bo kurdan wê gelek tiştan û teskevtiyan bîne.”

Piştî axaftina Turk, Nûnerê PÇDK’ê Şerva Mihemed û yê Tevgera Hemwelatiyên Azad ya Başurê Kurdistanê Zana Kaya plaketek dan Turk û Tugluk.

Piştî plaket dayînê Nûnera PÇDK’ê peyama PÇDK’ê xwend. Di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Em bi şêweyekî germ kongreyê pîroz dikîn ev hêvî dikin ku em kongre bibît bingehek ji bo mafê rewa ji bo gelê me yê Bakurê Kurdistanê. Hûn kongreyê bi rewşekî awartede pêktînin ji ber ku li tevayî Kurdistanê pêvajoyekî girîng heye. Ji bona wê jî ji bona gelê me wateyek mezin a kongreyê heye ji ber ku gelek siyasetmedar, parlementer, çalakvan û rewşenbîrên gelê kurd di girtîgehan de bi awayekî qehremanî li ber xwe didin.”

PÇDK’ê di berdawama peyama xwe de tişt gotin: “Ev kongre dê bibe wesîleya xwe birêve birina Komeleya Kurdistana Demokratîk û bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêka kurdên li Tirkiyeyê jî. Em divê kongreyê de dîsa soz didin ku ji bo heya diyaloga li gel birêz Ocalan bêkirin û şerê şoreşgerî û derfet ji bo gelê kurd bê dayîn ji bo gelê kurd û heya ‘hemleya têkoşîna azadiyê ku îro tê meşandin bibe ji bo têkoşîna civakî ev jî demê çareseriya ji bo gelê meye.”

Di kongreyê de ji bilî vê peyama Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Hatîip Dîcleyê ku di çarçoveya operasyonên bi navê KCK’ê de hatiye girtin jî hat xwendin.

Kongreya ku dê sibê jî bi domê, bi xwendina raporên faaliyetê didome.