Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di daxuyaniya Şaxa Egîtîm Sen'ê ya derbarê projeyên sîstema perwerdeyê û polîtîkayên bişaftinê de axivî û xwest êdî li hemberî sîstema 4+4+4'an hemû xebatên xwe bi kurdî binivîsin û pêk bînin.
Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê derbarê polîtîkayên li ser perwerdeyê û sîstema 4+4+4'an li ber Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD'ê û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk, Endamên Platforma Şaxan ya KESK'ê KURDÎ-DER û rêveberên BDP'ê amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Ji bişaftinê re na" vekir û sloganên "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me rûmeta me ye" berz kirin. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê Kasim Bîrtek anî ziman ku, di cîhanê de hemû gel bi zimanê xwe yê zikmakî hene û zimanê zikmakî nirxekî jêneveger û mafê bingehîne. Bîrtek anî ziman ku, polîtîkayên bişaftinê sûcê mirovahiyê ye û xwest êdî ev sûc bi dawî bibe. Bîrtek da zanîn ku, li ser kurdan her cûreyên bişaftinê tê meşandin û wiha got: "Êdî Kurd vê polîtîkayê qebûl nakin. Li hemû Tirkiyeyê azadiya mafê ziman û hemû azadiyên din ji destê kurdan hatiye girtin. Em bi tundî li dijî van polîtîkayanin û em red dikin."
'EM HEMÛ XEBATÊN XWE BI KURDÎ BIMEŞININ'
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî di daxuyaniyê de xwest êdî li hemberî sîstema 4+4+4'an hemû xebatên xwe bi Kurdî binivîsin û pêk bînin. Turk da zanin ku, sîstema 4+4+4'an armanc dike hemû hiş û mejiyên ciwanên kurdan bişo û hişmendiya xwe lê bicih bike. Turk destnîşan kir ku, perwerdehî li malê destpê dike û wiha got: "Em hemû xebatên xwe bi kurdî bimeşînin. Zimanê me hebûn û rûmeta me ye. Em dê heta dawî li rûmet û zimanê xwe xwedî derkevin."