Turk: Em aşitiyek ziyanê bidin rûmeta Kurdan naxwazin

Turk: Em aşitiyek ziyanê bidin rûmeta Kurdan naxwazin

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di civîna Meclîsa Daîmî ya KCD'ê de axivî û diyar kir ku li Rojhilata Navîn tenê gelê kurd bindest maye û hate gelê kurd rehet nebe gelê tirk rehet nabe. Turk got; “Ev sedsal ezmûna kurdan e. Tu gelên têkoşîna azadiyê didin êdî bê maf û azad namînin. Lê heke em berpirsiyariya xwe bi cih neyinin em tenê winda nakin dê 4 perçeyên Kurdistanê winda bikin” û wiha domand, “Em teqez aştiyekî zirarê bide rûmeta gelê kurd qebûl nakin.”

Meclîsa Daîmî ya Kongrea Civaka Demokratîk (KCD) piştî 6'emîn Kongreya xwe civîna xwe ya yekemîn li dar xist. Li gel Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk endamên Meclîsa Daîmî di civînê de amade bûn. Berî civînê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk têkildarî geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pevçûn, çalakiya girtiyan a gireva birçîbûnê û rewşa kurdên Suriyeyê nirxandin kir.

'ÊDÎ MANTIQA ÎNKARÊ NIKARE BIDOME'

Turk, diyar kir ku kurd divê li hemû dewletên lê dijîn pêvajoyê baş binirxînin û ji bo pêvajo vegere pêvajoya demokratîk polîtîkayan hilberînin. Turk, anî ziman ku ji bo pêşeroja kurdan sedsala 21'emîn gelek girîng e û wiha got: "Gelê kurd îro li Kurdistan û Rojhilata Navîn li 6 parçeyan rastî neheqî û bêhiqûqiyan tên. Êdî mantiqa înkarê nikare xwe bide domandin. Heke kurd bi gelên Rojhilata Navîn re li hev bên dê bi xwe re ramana biratiyê û wekheviyê bînin. Dê piştevaniyekî mezin bidin demokrasiya Rojhilata Navîn. Ji ber ku kurd ji bo vê yekê ked û têkoşîneke mezin dan. Tercube û çandekî wan heye."

'EV TÊKOŞÎN DÊ TEQEZ SERBIKEVE'

Turk, da zanîn ku ew ji ber geşedanên li Rojhiilata Navîn bi guman in û minaqa vê yekê jî piştî dîktatoriya Suriyê hilweşiya dê rêveberî çawa be ye. Turk, bi lêv kir ku ya kêmas çanda demokratîkbûnê ye û wiha axivî: "Kurd ji vê yekê re amadene û xwedî tercubeyeke mezin in. Lê em dibînin ku ramana înkar û asîmîlasyonê jî hêj nehatiye guherîn. Li vir mantiqa kurdan bi ramana sedsala 18-19'an rê ve bibin heye. Lê me di serî de jî got tevgerekî kurdan a guherînê heye. Ev yek teqez dê ser bikeve. KCD ji bo pêşroja kurdan ava bike û têkoşîna kurdan bi azadiyê û demokrasiyê ser bixe berpirsiyariyeke mezin girtiye ser xwe."

Turk, destnîşan kir ku ew teqez destûrê nadin dijminahiya gelan. Turk, diyar kir ku ligel pêvajoyên neheq ji bo diyalog pêk bê wan ked da û wiha got: "Lê bila hemû kes vê yekê baş bizane. Em teqez aştiyekî zirarê bide rûmeta gelê kurd qebûl nakin. Divê aştî bi mantiqa rûmeta hemû gelan biparêzer pêk bê û wisa bê destgirtin. Divê di vê mijarê de xebat bên lezgînkirin."

'TÊKOŞÎNA AZADIYA KURD SERHILDANA DAXWAZA GELEKÎ YE'

Turk, anî ziman ku têkildarî pêşeroja kurdan de projeyên wan ên girîng hene û ji bo êşa gelan bi dawî bibe divê gelê kurd û tirk ji bo hevdîtinên Osloyê çareke din dest pê bikin û protokol bikevin meriyetê bi israr bin. Turk, da zanîn ku divê hevdîtin careke din dest pê bikin û xebat bên kirin. Turk, diyar kir ku cîhan gelek biçûk bûye û herê zêde têkiliyên navneteweyî girîng bûn e. Turk, destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd êdî daxwaz îsyan û rêxistinekê nîn e daxwaz gelekî tê dîtîn.

EV SEDSAL EZMÛNA KURDAN E

Turk, da zanîn ku li Rojhilata Navîn ji bilî kurdan tu gelên kole mayîn tune û anî ziman ku ji ber vê yekê divê teqez pirsgirêk bê çareserkirin. Turk, diyar kir ku heta gelê kurd rehet nebe gelê tirk rehet nabe. Turk, da zanîn ku divê ji bo yekîtiya neteweyî bi hêz xebat bên meşandin û wiha axaftina xwe berdewam kir "Ligel xebatên me yên yekîtiya neteweyî divê em li 4 perçeyan bi birayên xwe yên kurd re ji bo yekîtiya kurd bê hêz xebatan bimeşînin. Ev sedsal gelek girîng e. Ev sedsal ezmûna kurdan e. Tu gelên têkoşîna azadiyê didin êdî bê maf û azad namînin. Lê heke em berpirsiyariya xwe bi cih neyinin em tenê winda nakin dê 4 perçeyên Kurdistanê winda bikin. Dibe ku em destkeftiyên xwe yên niha jî winda bikin."

'JI BO TECRÎDA LI SER OCALAN BÊ TEŞHÎRKIRIN DIVÊ LI HER DERÊ CÎHANÊ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN'

Turk, anî ziman ku di vê pêvajoyê de divê KCD bi hêz be û wiha axivî: "Ji xwe dê bedela pêvajoya em niha lê dijîn giran bû. Dema ku em berê xwe didinê li girtîgehan çalakiyên gireva birçîbûnê hatin destpêkirin. Daxwazên kurdan îro di şexsê Birêz Ocalan de hatin tecrîd kirin. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê teşhîrkirin divê li hemû aliyên cîhanê çalakî bên lidarxistin. Xebat û armanca KCD'ê ya serek înşaya xweseriya demokratîk e. Divê xebatên Xwerseriya Demokratîk bihêz pêk bên û binesaziya wê bê danîn. Dibe ku em hinek tiştan weke xeyal an jî pêk nayên bibînin. Lê dîrok jî me re fersendekê diafirîne ew yek gelek zor nîn in. Kesên duh xebatên me yên xwerseriya demokratîk bi bertek dişopandin îro wan nîqaşan dikin. Em dê di pêşeroja gelê xwe yê em bedel didin ser bikevin. Di vê mijarê de tu gumana me tune ye."