Hevserokê Giştî yê KCD’ê di merisa bi beşdariya bi sedhezaran li Amedê ji bo sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsa paytexta Franseyê hatin qetilirin pêk hat de axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji bilî azadî û jiyaneke bi rûmet tiştek din qebûl nake. Turk bang li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan kir û got: “Ey Serokwezîr Erdogan dema tu behsa hesasiyetê û aştiyê dikin tu Qandîlê bombe dike.”
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî derket ser dikê û wiha axivi: "Gelê hêja dayikên ezîz îro dilê me bi eş e. Dilê me bi elem û êş e. Îro 3 kulîlkên Kurdistanê u azadiyê em dişînin nava karwanên şehîdan. Em dizanin ev ked û ev xwîn tu carî gelê kurd ji bîr nakin. Îro li qada Amedê bi 100 hezaran gelê kurd şehîdê azadiyê û şehîdê Kurdistanê bi rê dikin û hevala Sakîne, Hevala Fîdan û hevala Leyla bi rê dikin. Hûn zanibin ku gelê kurd ji bo azadî û aştiyê her tim di nava xebat û têkoşînê de bin. Bila dayik û malbatê me negirîn. Ew şehîdê Kurdistan in. Ew şehîdê bi rûmet in. Gotine gelêkurd heye. Dibêje 'Ga dimirin çerm dimin. Lê mêrxas dimirin nav dimîne'. Gelê kurd dê her tim navê wan bibîr bîne û her dem dê di rêya wan de bimeşin. Îro 100 hezaran gelê kurd şehîdê xwe bi rê dikin û oxir dikin. Em dizanin gelê kurd dilbirîne. lê gelê kurd bi têkoşîna azadiyê wê dilê xwe yê dilbirîn bi destkê xwe derman bikin. Em dizanin hemû çavê cîhanê li ser Amedê ye. Ez dixwazim ji ber vê yekê çend tiştan bi tirkî binînn ziman."
'GELÊ KURD JI BILÎ AZADIYE TIŞTEKÎ DIN QEBÛL NAKE'
Turk, da zanîn ku ew dizanin bedelê azadiyê pir zêdene û wiha berdewam kir: "Gelê kurd ji bilî azadiyê tu tiştên din qebûl nakin. Gelê kurd aştiyek bi rûmet her tim parast. Her tim destê aştiyê dirêj kir. Her tim biratiya gelan xwest. Lê her tim xwest me teslîm bigirin. Gelê kurt tu car û tu car teslîmiyetê û bêrûmetiyê qebûl nake. Gelê kurd tu carî dê daxwazên xwe yên aştiyê û azadiyê kêm neke. Em di pêvajoyek pir girîn û dîrokî re derbas dibin. Pêvajoya ku aşti tê niqaşkirin me 3 şitil û canê xwe winda kir. Li gel vêkê em dîsa daxwaza aştiyek bi rûmet dikin. Gelê me dîsa aştiyek bi rûmet dixwazin. Aştî bi hurmeta dualî pêk tê. Aştî bi naskirina hev û dualî pêk tê. Aştî bi edalet û parastina mafan pêk tê."
'EY SEROKWEZÎR ERDOGAN EV ÇAWA HESASIYET E?'
Turk, helwesta Serokwezîr Erdogan a hasasiyetê jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû cîhan dibêjin bila Amed zerarê nedin aştiyê. Em bi vê hişyariyê ji bo aştiyê şehîdê xwe bi rê dikin. Em bang li kesên ku dibêjin bila hesasiyet tev bigerin dikin. Ey Serokwezîr Erdogan dema tu behsa hesasiyetê û aştiyê dikî tu Qandîlê bombe dikî. Ev çawa hasasiyetê ye. Hem dê behsa hesasiyetê bikin û hem jî dê li ser gundan bombe bikin. Em dixwazin ku pergal jî vê hesasiyetê nişan bide. Em bang li gelê tirk jî dikin û dixwazin ku gotinên Serokwezîr Erdogan û kirinên wî baş bibinin. Ka kî aştiyê dixwaze kî şer dixwaze. Em di hisûra 3 şehîdên xwe de bejna xwe ditewînin. Li ber şehîdê hemû kurdistanê ditewînin. Em bawer dikin ku mafdarin û em dê azadiyê bi dest bixin.