TUHAY-DER’a Bazîdê bang li Wezareta Dadê kir

TUHAY-DER’a Bazîdê bang li Wezareta Dadê kir

TUHAY-DER’a Bazîdê ya Agirî ji bo dawî li binpêkirina maf û tecrîtên li girtîgehan bê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Wezareta Dadê kir.

TUHAY-DER’a Bazîdê derbarê binpêkirina maf, îzolasyon û tecrîtên di demên dawî de di girtîgehan de zêde bûne daxuyaniyeke nivîskî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de binpêkirina maf û tecrîta di girtîgehan de pêk tên hate şermezar kirin. Di daxuyaniyê de ji bo dawî li binpêkirina maf û tecrîtê bê, bang li Wezareta Dadê hate kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Di qawişên ku divê 10 kes bimînin 50 kes dimînin. Çawa tê zanîn di Girtîgeha Erdexanê de agir derketibû û 14 girtî birîndar bibûn. Wezareta Dadê ev bûyer dîkat nekir. Em wek saziya malbatên girtiyan bang li hikumeta AKP'ê dikin. Tecrîta girankirî ya di serî de li ser Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên rakirin û girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Ji bo vê jî em hemû kesên bi hîstiyar û raya giştî vedixwînin hîstiyariyê."