Serokê Şaxa TUHAD-DER'ê ya Sêrtê Îrfan Baykara diyar kir ku, demek dirêjin ji bo balê bikşînin ser pirsgirêkên girtiyên nexweş û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyan pêk tînin, lê heta niha her tim hikûmet bêdeng û xemsare. Baykara bang li hemû kesên xwedî wijdan kir û xwest li hemberî rewşa girtiyên nexweş bi hîstewar tevbigerin.
Şaxa TUHAD-DER'ê ya Sêrtê ji bo terîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweşên girtî û piştgiriyê bidin çalakiya gireva birçîbûnê ya PKK'î û PAJK'iyan li ber girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiye de Serokê Şaxa TUHAD-DER'ê Îrfan Baykara, Hevseroka Rêxistina BDP'a Sêrtê Dîlber Sevim, Alîgirê Şaredarê Sêrtê Musa Kurhan, Seroka Şaxa ÎHD'a Sêrtê Vetha Aydin, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê MEYADER, NÇM'ê endamên meclîsa bajar gelek kesen din amade bûn.
Serokê Şaxa TUHAD-DER'ê Başkani Îrfan Baykara diyar kir ku, heta niha ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyan û tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta niha Wezareta Dadê tu gav neavêtiye. Baykara da zanîn ku, girtî ji 12'ê ÎLonê heta niha di gireva birçîbûnê ya bêdem u bêdorveger dene û hêj hikûmetê gav neavêtiye.
'HETA TECRÎD BI DAWÎ BIBE DÊ ÇALAKÎ BIDOME'
Baykara xwest daxwazên girtiyan ên azadî, ewlehî û tenduristiye yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber çavan bê girtin û wiha got: "Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku, li hemberî daxwazên girtiyan bi hîstiyar tevbigerin. Em heta ku tecrîd bi dawî bibe em dê çalakiyên xwe bidomînin."
Çalakî bi dirûşme û sloganan bi dawî bû.