TUHAD-DER: AKP dixwaze li girtîgehan aloziyê derxe

TUHAD-DER: AKP dixwaze li girtîgehan aloziyê derxe

Şaxa TUHAD-DER'a Sêrtê bi boneya balê bikşîne ser binpêkirina mafan ya girtîgehan, li ber Şaxa ÎHD'a Sêrtê daxuyaniyê da çapemeniyê. Serokê TUHAD-DER'a Sêrtê Îrfan Baykara diyarkir ku, hêj tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha got: "AKP bi van polîtîkayên xwe dixwaze li girtîgehan aloziyê derxe.

Komeleya Xizmên Girtiyan (TUHAD-DER) ya Sêrtê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û balê bikşînin ser şert û mercên girtiyan li ber Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê daxuyanî dan çapemeniyê. Komê di daxuyaniyê de pankarta "Ne tecrîd, azadî, ne şer muzakere" vekir. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP, ÎHD, MEYA-DER, MKM, TUHAY-DER'ê amade bûn.

Li ser navê Komê Serokê TUHAD-DER'a Sêrtê Îrfan Baykara daxuiyanî da. Baykara destnîşan kir ku, di demên dawî de li girtîgehan binpêkirina mafan zêde dibe û wiha got: "Hêj tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. AKP bi van polîtîkayên xwe dixwaze li girtîgehan aloziyê derxe. Li Şakran û gelek girtîgehan mafên mirovan zêde tê binpêkirin. AKP bi van polîtîkan aloziyê zêde dike. Em bang li cemaweriyê dikin ku li hemberî vê yekê bi hîstyar tev bigere."