Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk bal kişand ser daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan yên li hemberî pevçûnên zêde dibin û anî ziman ku, daxuyanî gefin û divê li ber çavan bên girtin û wiha got: "Di serê Erdogan de şerekî tunekirinê yê weke Srîlankayê heye. Ji ber ku di encama vî şerî de hêj ne zelale nikare pêk bîne." Tûglûk diyar kir ku, dibe ku teqîna Afyonê jî hesab girtinek be.
Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk ji bo balê bikişîne ser daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan yên li hemberî pevçûnan daxuyaniyeke nivîskî da. Tûglûk diyar kir ku, Serokwezîr Erdogan di jiyana xwe de rojên herî zor dijî û wiha got: "Bi taybet şerê li Kurdistanê ne hesab kir û ne jî rawestand. Erdogan di zorê de ye." Tûglûk bal kişand ser gotinên Erdogan yên "Sebra me neceribînin heke em dê helweseta xwe biguherînin" Tûglûk da zanîn ku, ev gotin gefin û divê li ber çavan bê girtin û wiha destnîşan kir: "Erdogan dibêje 'Pêdivî pê hebe ez dê wekî salên 90'an şerê qirêj bidim meşandin' Di serê Erdogan de şerekî tunekirinê yê weke Srîlankayê heye. Lê ji ber hêj encamên wê nizane nikare pêk bîne. Hilbijêrka tevgerekî komkujiya weke Srîlankayê li ser maseya Erdogan 2 sal berê vê heye. Dixwaze şerê li Kurdistanê kûr bike û civakê bixwe zorê. Gotinên wî tên wê wateyê."
'ERDOGAN PÊKANÎNÊN SALÊN 90'AN WEKE VEBIJÊRKEKÊ VEDIŞÊRE'
Tûglûk diyar kir ku, di nav dewletê de konsepta şer ya aliyê şer dixwaze, hiqûqê ji holê rakirin û peywirê bidin hêzên ewlehiyê heye û wiha got: "Erdogan ji ber tirsa dibe ku di nava dewletê de weke salên 90'an çete pêk bên vê yekê pêk nayê û weke vebijêrkekê vedişêre. Di hinek demên kirîtîk de têxe dewreyê. Bi awayekî zelal dibêje 'Hûn zorê bidin min ez dê hiqûqê û siyasetê ji holê rakim û bi hemû rêbaz, amûr û hêzê bi ser we de bêm' Dem dem serî li van rêbezan dide. Bi taybet li herêmên Colemêrg û Şirnexê tê pêk anîn."
'ERDOGAN DI JIYANA XWE YA SIYASÎ DE SERDEMA HERÎ ZOR Û BI PIRSGIRÊK DIJÎ'
Tûglûk di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha bilêv kir: "Serokwezîr Erdogan ji xwe li hemberî gelê Kurd hiqûq û siyaset ji holê rakirine. Dibe serî li 'Bûyerên kiryar nediyar' bide lê 8 hezar Kurd girtin. Partiya siyasî nagire lê qada siyasetê ji holê rakir. Li hemberî Birêz Ocalan tecrîda bê hiqûqî û bê exlaqî pêk tîne. Rêbaz cûdaye lê armanc heman tişte. Tirsa windakirina desthilatdariyê her tiştî bi Erdogan dide kirin. Erdogan niha bi tirs dijî. Erdogan di jiyana xwe ya siyasî de serdema herî bi pirsgirêk û zor dijî."
''TEQÎNA AFYONÊ DIBE KU HESABGIRTIN BE'
Tûglûk anî ziman ku, li cem Erdogan tenê artêş maye û wiha got: "Ji xwe Nejdet Ozel niha weke alîkarê Erdogan tevdigere. Hinek hêzên di nava dewlet û arteşê de ji vê yekê nerehetin. Ji ber vê yekê dibe ku teqîna Afyonê hesab girtinek be. Kiliçdaroglu jî di vê mijarê de hinek îdîayên sosret anîn holê."