Tûglûk: Li hemberî zilm û neheqiyê dengê xwe bilind bikin

Tûglûk: Li hemberî zilm û neheqiyê dengê xwe bilind bikin

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk di derbarê operasyona duh li dijî siyasetmedarên Kurd di bin navê KCK'ê de pêk hat şermezar kir. Tûglûk anî ziman ku, civak ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ketibû nava hêviyan û bi van operasonan hêvî û bendewarî dîsa hatin şikandin.

Hevseroka KCD'ê û Parlementera Wanê Aysel Tûglûk di derbarê operasyonên siyasî yên duh li Mêrdîn, Êlih û Sêrtê di bin navê KCK'ê de pêk hatin û 88 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin de daxuyaniyek nivîskî da. Tûglûk di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku, bi van operasyonan dixwazin dest û milê tevgera gelê Kurd bişkînin û gelê Kurd di qada siyasî de bê hêz bihêlin.

‘AKP DI ŞER DE ISRARÊ DIKE’

Tûglûk da zanîn ku, dîsa duh dîsa li Êlih, Sêrt û Mêrdînê operasyon pê hatin û di nav de rêveberên BDP'ê ÎHD, KURDÎ-DER, MEYA-DER û înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê jî heyî nêzî 100 siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Tûglûk destnîşan kir ku, ev êrîşa bi hêrs polîtîkaya AKP'ê ya tolhildan û îmhayê nîşan dide û vê operasyonê bendewarî û hêviya gelê Kurd a çareseriya demokratîk şikandiye.

Tûglûk aşkera kir ku, 10 heza Kurd girtî ne û bi van operasoynan dixwazin siyaseta kurdan têk bibin, lê Kurd tu carî têk naçin. Tûglûk anî ziman ku, ev helwesta AKP'ê isara şer û naxwaze Kurd li ser axa xwe azad û aram bijîn.

‘LI HEMBERÎ ZILM Û NEHEQIYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Tûglûk bang li hemû raya giştî kir û xwest, her kes li hemberî vê zilm û neheqiyê dengê xwe bilind bikin û bertekên xwe bînin ziman. Tûglûk destnîşan kir ku, çareserî bi diyalog û muzakereyan pêkane û ew xwedî hêzin ku van polîtîkayên înkar û îmhayê perçe bikin.