Tûglûk: Em ê li ber xwe bidin, em bê alternatîf nînin

Tûglûk nerazîbûneke tund nîşanî operasyonên li dijî HDP û DBP'ê da û got, "Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ti kes bê alternatîf nîne."

Piştî ku Hevserokên HDP û DBP'ê yên Amed û navçeyên wê hatin binçavkirin û polîsan duh bi şev avêtin ser avahiyên partiyan, li Rêxistina HDP'ê ya Bajêr civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Aysel Tûglûk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Feleknas Ûca, Ziya Pîr û Îmam Taşçier, Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Seydî Firat û rêveberên DBP û HDP'ê beşdarî civînê bûn.

TÛGLÛK: DIXWAZIN ME JI QADA SIYASETÊ BIBIN

Tûglûk diyar kir, di 11'ê Cotmehê de li Amedê têkildarî kesî biryara binçavkirinê hebû û 59 ji van hatine binçavkirin. Tûglûk da xuyakirin, ku tevî binçavkirina bi neheqî li DBP û HDP'ê tên kirin, nîvê şevê polîsan avêtine ser avahiyên bajar û navçeyan û dest danîne ser alavên li avahiyan.

Tûglûk da zanîn, ku ew weke pêkhateyên partiyê vê rewşê ji rêzê nabînin û bal kişand ser gefên Serokkomar û Serokwezîr ên ji bo meşandina operasyonan. Aysel Tûglûk got, "Serokkomar bi daxuyaniyên xwe, partiya me hedef nîşan dide û bi vî rengî helwesteke dijminane ya li dijî me da destpêkirin."

Tûglûk diyar kir, ew di pêvajoyeke gelekî xetere de ne û destnîşan kir, her rêveberekî hatiye binçavkirina vîna vî gelî ye, lewma hewl tê dayîn wan ji qada siyasetê bibin.

'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'

Tûglûk bibîr xist ku wan li hin bajaran ji sedî 80 ê dengan standine û got, "Serokwezîr dibêje, 'Em ê nehêlin terorîst, yên destekê didin wan li welatê me nefesê bigirin. Wê bi temamî ji vê xakê bên derxistin'. Em ê li vir bin û neçin ti cihî. Em ê her tim rastiyan biparêzin. Ev polîtîkaya qirêj herî zêde zerarê dide Tirkiyeyê. Em xwedî dîrokeke berxwedanê ne û ev berxwedana me wê li vir bidome. Ti kes bê alternatîf nîne. Em ê li ser axa xwe ji bo azadî û demokrasiyê têbikoşin. Divê derhal dest ji nêzîkatiyên Kurdan dişikînin, berdin. Naxwe wê Tirkiye ji ber van polîtîkayan winda bike."

Aysel Tûglûk herî dawî banga qedandina operasyonên qirkirina siyasî kir û ji hêzên demokrasiyê xwest, ku piştgiriyê bidin wan û li ber operasyonên qirkirina siyasî rabin.