Hevseroka KCD'ê û Paramentera serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk di civîna KCD'ê de têkildarî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurdd Abdullah Ocalan re pêk tên axivî û diyar kir ku, divê hevdîtinên tên kirin xizmetê ji aştî û çareseriya demokratik re bike û wiha got: "Em dixwazin ku ev pêvajo hêj zelal û aşkere pêş bikeve. Ger ku dixwazin baweriya gel bi dest bixin, wê demê divê ne ji bo sûdgirtina ji Brêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê tev bigerin."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) civîna 4'emîn ya serdema 3'emîn Meclîsa Daîmî li avahiya KCD'ê pêk anî. Civînê bi rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de Hevseroka KCD'ê û Parlamentera serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk di derbarê devdîtinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin axivî. Tûglûk anî ziman ku, hevdîtinên tên kirin girîngin û wiha got: "Divê êdî pirsgirêka Kurd bi rêya tundiyê neyê çareserkirin. 40 salin êşek tê jiyankirin. Van êşan gelek tişt fêrî her kesî kir. Divê êdî em dersê ji vê pêvajoyê derxin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat û heyeta ji rayedarên dewletê pêk tê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî van hevdîtinan medya tirk wekî ku pirsgirêka Kurd dê bi rêya aştiyê çareser bibe helwestekê nîşan dide. Ev rewşek xapînoke. Divê di vî alî de em baldar û hişyar bin. Divê em pêvajoya Oslo bînin bîra xwe. Li gel ku hevditinên di Oslo de erênî pêş diketin jî dîsa dewletê dawî li hevdîtinan anî. Piştî hevdîtina Osloyê dewletê dîsa operasyonên siyasî û leşkerî pêş xist."
'DIVÊ DI HEVDÎTINAN DE GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN'
Tûglûk da zanîn ku, hikûmeta AKP'ê bûyera Farqînê hincet nîşan da û dawî li hevdîtinên Osloyê anî û wiha berdewam kir: "Piştî hevdîtinan dewletê li Roboskiyê komkujî pêk anî. Gerîlla bi kokî qetilkirin. Çekên kimyewî pêk anî. Xuya ye ku rol û erka Birêz Abdullah Ocalan fam kirine ku dîsa dest bi hevdîtinê kirin. Em dixwazin ev pêvajo ji aliyê civakê ve bê dîtin û parvekirin. Em dixwazin hemû hevdîtin aşkere bên kirin û bên niqaşkirin. Em dubare dibêjin di hevdîtinê de divê gavên azadî, ewlehî û tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan bê başkirin û di aliyê daxwazên Ocalan û gelê Kurd ên statû, zimanê zikmakî û mafê demokratîk de gavên şênber bên avêtin. Divê hevdîtin ne ji bo sûdê ji Birêz Abdullah Ocalan bigirin pêk bên. Divê dijberî vê yekê ji hevdîtin ji bo rê li pêş çareseriyê û aştiyê vekin pêk bê. Lê em dibînin di şeva sersalê de 10 gerîllayên PKK'ê hatin qetilkirin. Em ji Serokwezîr Erdogan re dibêjin bi qetilkirina 10 kesan we çi bi dest xist.”
Piştî axaftina Tûglûk, civinê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.