Tûglûk: Bi hevkariya gladyoya tirk û navneteweyi komkujî pêkhat

Tûglûk: Bi hevkariya gladyoya tirk û navneteweyi komkujî pêkhat

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk di merasima cenazeyê ji Sazûmankara PKK'ê Sakine Cansiz de axivî û diyar kir ku, qetilkirina 3 jinên Kurd bi plan û armanc pêk hatiye. Tûglûk anî ziman ku, qetilkirina 3 jinên Kurd di dem û pêvajoyek taybet de pêk hatiye û bi hevkariya gladyoya tirk û navneteweyi pêk hatiye.

Cenazeyê ji Sazûmankara PKK'ê Sakine Cansiz ji aliyê 10 hezaran kesan ve li ber Cemxaneya Dêrsimê hat pêşwazîkirin. Di merasima cenaze de Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Paramanterên BDP'ê, EMEP, Kurdên Rûsya, saziyên elewî û nûnerên saziyên jin amade bûn. Destpêkê Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn bi dimilî axivî û diyar kir ku, ew dê heta dawî li doza wan xwedî derkevin û doza wan bilind bikin.

TÛGLÛK: QETILKIRINA 3 JINÊN KURD BI PLAN Û ZANEBÛNE

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî axivi û wiha got: "Êşa me mezine. Dilê me xwîn digire. Gelê Dêrsimê ev qetilkirina hovane, li cihê herî zindî yê Parîsê pêk hat. Bila tu kes nebêje ev qetilkirin ji rêzê ye. Ev qetilkirin bi plan û zanebûne. Ev qetilkirin bi gladyoya Tirk û navneteweyî pêk hatiye. Kesên 3 hevalên me bi qeleşî qetil kirin em wan nelet dikin. Em 3 kulîlkên xwe tevlî karwanê azadiye dikin. Kurdistan û Dêrsim 3 kulîlkên xwe himbêz dikin. Dêrsim Rêheval Sakine, Gurgum Fîdan, Mêrsîn rêheval Leyla himbêz dike. Em dê pir pir bêriya we bikin."

'QETILKIRIN 3 HEVALÊN ME LI DIJÎ AZADÎ Û AŞTIYÊ PÊK HAT'

Tûglûk da zanin ku, şekil û şemala vê qetilkirinê, dem û pêvajoya vê qetilkirinê pir bi wate ye û wiha berdewam kir: "Ev qetilkirina li navenda Parisê û Ewropayê, li cihê ku ewlehiya wê pir zêde ye pêk hat pir bi wate ye. Bi hevkariya îstîxbarata Tirk û navneteweyî pêk hatiye. Bi hedef û plan pêk hatiye. Ev qetilkirina bi qeleş li dijî pêvajo, tevgera jina azad pêk hatiye. 3 hevalên me milîtanên têkoşîna azadiya Kurd bûn. Heval Sakine pêşenga tevgera jina Kurd bû. Heval sakine li Kurdistan û Rojihilata navîn mîlitana pêşenga jinê bû. 3 hevalên me li diji faşîzmê têkoşîyan. 3 hevalên me yên sembola raperînê, ji bo ku têkoşîna azadiya gelê Kurd ya bi rûmet 3 dimeşandin hatin qetilkirin. Qetilkirina wan nayê qebûl kirin. Li diji îşkence û zulmê têkoşîn didan. Li rûmeta mirovahiyê xwedi derketibûn. Ji ber vê yekê bûn hedef.

Heval Sakine bibû rêhevala Birêz Ocalan. Şoreşgera têkoşer bû. Heval Sakîne meşaleya azadiyê ye. Keça gelê mazlûme. Ji ber vê yekê qatilan hevalên me kirin hedef. Kesên ev qetilkirin pêk anîn, baweriya xwe ji hêza pişt xwe anîn. Kesên qetilkirin pêk anîn xwestin înkar û îmhayê pêk bînin. Kesên li dijî nasname û tekoşîna gelê Kurd a azadiyê, kesên naxwazin gelê Kurd azad bibin û naxwazin gelê Kurd bigêjin mafê xwe ev qetilkirin pêk anîn. Dagirker ji ber azadiya jinê naxwazin. Naxwazin pirsgirêka Kurd bi riya demokrasî û aştiyê çareser bibe ev qetilkirin pêk anîn. Hişmendiya faşîst, nijadperest û kevneperest ji ber ku naxwazin pêvajoya li Îmraliyê di çarçoveya çareseriya demokratîk de pêş bikeve ev qetilkirin pêk anîne. Di heman demê de Birêz Ocalan kirin hedef û ev qetilkirin pêk anîn."

Axaftina Tûglûk bi slogana "Bijî Serok Apo" hat birîn. Tûglûk da zanîn ku, ev qetilkirin li dijî têkoşîna aştiyê ye û wiha berdewam kir: "Xwestin darbeyê li aştiyê bixin. Li dijî kesên aştiyê dixwazin pêk hatiye. Gelê me yê birêz bila şik û gumana tu kesî tune be ku em dê li dijî vê daxwaza qatilan bêhtir têkoşîna xwe bilind bikin. Em dê ala heval Sakîne û yên din bêhtir bilind bikin. Em dê ala wan ya azadiyê û ala tekoşînê bêtir bilind bikin û li doza wan xwedî derkevin. Em heta heta Kurdistanê azad bikin û aştiyê bînin ser vê axê em yê dêkoşîna xwe berdewam bikin. Em bang li Fransa dikin û dibêjin neçare ku vê qetilkirina hovane ronî bikin. Ger ku vê qetilkirnê ronî neke ew berpirsyar û hevkarin. Em dê bi têkoşîna xwe vê qetilkirinê ronî bikin. Em soz didin ku em dê li rûmet û doza we xwedi derkevin. Em dê wan li ser axa wan ya dayîkê bi biryara azadiyê bi rê bikin. Em dê têkoşîna te bi serkeftinê bi encam bikin."

TUZEL: QETILKIRINA 3 JINÊN KURD YEKÎTIYA TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK XURT KIR

Parlamenterê serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel jî qetilkirina 3 jinên Kurd şermezar kir û wiha got: "Qetilkirina 3 jinên kurd yekîtiya gelê Kurd xurt kir. Kongreya Gelan ya Demokratîk bêtir xist nava têkoşînê. Em tu carî neketin pêşiya tolhildanê. Her tim me ji bo aştî, demokrasî û azadiyê têkoşîn da. Em her tim ji bo xweseriya demokratîk ya Kurdistanê, ji bo pêşeroja Tirkiyeye ya azad û yekîtiya Rojhilata Demokratîk têkoşiyan. Em dê her tim bêjin an azadî an azadî. Em dê heta dawî ji bo azadiyê têbikoşin. Dê azadi û aştî bi ber bikeve."

KEMAL BULBUL: EM DÊ AŞTIYÊ BÎNIN VÎ WELATÎ

Serokê Komelaya Çanda Pir Sultan Abdul Kemal Bulbul jî anî ziman ku ew qasidê aştiyê bûn û wiha got: "Dayîka Sakîne Cansiz duh li Amedê got "Em hêsir û êşa xwe dixin dilê xwe û em aştiyê dixwazin. Serokwezîr hûn çima aştiyê pêk naynin." Ev gotin pir bi wate û qîmete. Em jî dibêjin em dê heta dawî li doza wan û têkoşîna wan ya aştî û azadiyê xwedî derkevin. Em dê aştiyê bînin vî welatî. Em wekî elewî û Qisilbaş em dê li aştiyê xwedî derkevin. Bila hemû tirkiye û cîhan zanibin ku em dê li aştiyê xwedi derkevin. Em dê ji bo baweriya we li vê dozê û aştiyê xwedî derkevin. "

Merasim niha bi wecibeyên olî yên li gorî bîr û baweriya elewiyan li Cemxaneya Dêrsimê berdewam dike.