Tûgaya Rizgariyê ya Firatê hat ragihandin
Tûgaya Rizgariyê ya Firatê (Tehrîr El Firat) a ji 250 şervanan hat ragihandin. 250 şervanên tûgayê ji Akademiya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla mezûn bûn.
Tûgaya Rizgariyê ya Firatê (Tehrîr El Firat) a ji 250 şervanan hat ragihandin. 250 şervanên tûgayê ji Akademiya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla mezûn bûn.
Piştî azadkirina bajar û bejahiya bajarê Minbicê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD`ê ji çeteyên DAIŞ`ê, roj bi roj tevlîbûna ciwanên bajarê Minbicê di nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de zêde dibe.
Şervanên ku beşdarî yekemîn dewreya Akademiya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla li bajarê Minbicê bûn, piştî bi dawî kirina perwerdeyê Tûgaya Rizgarkirinê ya El-Firatê di bin Fermandariya Enwer Xebat bi daxuyaniyekê, raghandin. Daxuyaniya îlankirina tûgayê ji aliyê Fermandariya Giştî ya Tugaya Rizgariyê ya El-Firatê Enwer Xebat ve, hat xwendin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku piştî perwerdeya leşkerî û siyasî ya şervanên ji bajarê Minbicê bi dawî bû, Tûgaya Rizgariyê ya El-Firat bi tevlîbûna 250 ciwanan ji raya giştî re radighînin. Tûgaya Rizgariyê ya El-Firat wê tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibe û di bin fermandariyê wê de şer bike.
Her wiha di daxuyaniyê de bal tê kişand ser girîngiya jiyana hevbeş ya pêkhateyên bajarê Minbicê û ev tişt hat gotin: " soz didin gelê bajarê Minbicê bi hemû pêkhateyên wê bajarê Minbicê wê bibe sembola şoreşê û zemîna avakirina Sûriyeke demokratîk û pir alî ku wê hemû pêkhate bi hev re bijîn bê ti cudahiyên olî yan jî neteweyî.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê pêkhateyên Sûriyeyê ji hemû cureyên êrîşan û metirsiyan li gorî zagonên Navneteweyî biparêzin. Û Tûgaya Rizgariyê ya El-Firatê wê li gorî hemû Hevpeymanên Navneteweyî yên der barê şerê çekdarî de, tevbigere, da ku Sûriyeke demokratîk û federal, ava bike."