Traktora Bêrîvanan qulipî

Traktora Bêrîvan dibirin, qulipî û 6 jê giran 29 jin û zarok birîndar bûn.

Traktora ku Bêrîvanên li gundê Serdeşt ê navçeya Gever a Colemêrgê diçûn bêriyê, dibir, vîraja xwe negirt û qulipî.  Di romorkê de ji 35 jin û zarokî 29 kes birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û hat hînbûn ku rewşa 6 jinan giran e.

Ji ber ambulans dereng çûn cihê bûyerê, wesayîtên sîvîl li pey hev sekinîn û rê li trafîkê hat girtin. Tenê wesayîtên ku birîndar dibirin, derbas bûn. Birîndarên birin nexweşxaneyê ji ber kêmasiya sedyeyan, di wesayîtan de hatin sekinandin û vê jî rê li ber bertekan vekir.

Piştî bûyer hat bihîstin hevşaredar û HDP û DBP’iyên xebatên hilbijartinê dimeşandin çûn nexweşxaneyê.