Li navçeya Silopî ya Şirnexê ji 172’mîn Fermandariya Tûgaya Zirxî re gelek top, wesayîtên zirxî û personelên leşkerî veguhestin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li ser Mêrdînê re gelek top, wesayîtên zirxî û personelên leşkerî veguhestin navçeya Silopiyê. Veguhestina ku di bin ewlekariyek mezin de dihat kirin, cîhazên jammer yên xirabkirina frekansan jî bikaranîn. Her wiha cebilxane û personelên leşkerî veguhestin 172’mîn Fermandariya Tûgaya Zirxî ya Silopiyê.