Tişta Sakîne û tevkujiya Parîsê tîne hişê me-M. Karasu

Tişta Sakîne û tevkujiya Parîsê tîne hişê me-M. Karasu

Me şoreşgereke mezin wenda kir. Cihgirtina di nava damezirînerên PKK'ê de jixwe mezinbûn û kesayetiya wê ya dîrokî radixe ber çavan. PKK ya ku demezirêneriya wê kir ne tenê ji bo kurdan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bûye dinamîkeke bihêz a demokrasiyê ye. Heger niha qala rastiya gelê li ber xwe dide tê kirin şik û guman nîne ku ev ji aliyê PKK ya ku Sakîne jî di nava demezirênerên wê de cîh digire hatiye afirandin. Di girtîgeha Amedê de ruhê azadiyê bi berxwedanê nîşan da. Rêhevala berxwedêr a Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhat, Cemal, Alî, Eşref, Mahmût û Necmiyan bû. Keçeke Dêrsimê ya dilê wê tim ji bo berxwedan û azadiyê lê dida bû. Mîna abideyeke berxwedanê bi rûmet nûneriya Seyid Riza, Besê û Zarîfeyan dikir. Li Zîndana Amedê qoxuşa jinan hebû. Di berxwedan û teslîmnebûna vê qoxuşê ya li dij zilma dijmin de sekna rêheval Sakîne diyarker bû. Bi vê sekna xwe bandor li tevahiya girtîgehê kir û ji ber vê yekê jî ji aliyê hemû rêxistinên siyasî yên di girtîgehe jê re rêz dihate girtin.

Berxwedana jineke kurd a li zîndanê bandor li tevaliya jin û keçên kurd kir û gelek keçên kurd ku Sakîne weke mînak dîtin berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û di rêzên pêş ên serhildanê de cihê xwe girtin. Sakîne ji bo jina kurd û rabûna ser piyan a jina kurd bû mîladek.

Êş û hêrsa li dij tevkujiya Dêrsimê mîna volkanekê di dilê xwe de hîs dikir û bi baweriya ku Apocî wê tola vê tevkujiyê hilînin û bersivê bidin evîna Dersimiyan a azadiyê beşdarî nava tevgerê bû.


Aliyekî wê Dersim, yê din Amed bû

Tim hêvî dikir ku li Dêrsimê gerîlatiyê bike. Lê belê tevgerê destûr ne dida. Belkî jî di jiyana xwe ya şoreşgerî de hêviya wê ya bicîh nehat ev bi tenê bû. Belkî niha ji ber gihiştina axa Dêrsimê êdî rehet rakeve. Bêgûman dixwest li Amedê jî were veşartin. Amed jî jêre mîna cihê lê ji dayik bûbû pîroz wer bû. Ya rast gerek goristana şoreşgerên mezin ên mîna Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Mazlum Dogan gerek li Amedê bûna. Lê li cihê ku lê mezin bûn veşartina wan jî weke deynê vefayê yê ji bo axên ku ew mezin kirin divê bê dîtin.

Jiyana wê tev têkoşîn bû. Miroveke ku di baweriya xe de israr dikir û bi zekaya xwe ya hestî tevdigeriya bû. Rêheval Sakîna dihata stewabûna hestan. Tevkujiya Dêrsime, bindestiya kurd, zextên li ser jina kurd, zilma li zîndanê pêre rû bi rû ma ew gihanda asta şoreşgereke tije hest. Mutewazî bû, biçûk mezin her wezîfe digirte ser milê xwe. Dema berpirsiyariyên herî mezin a rêveberiyê dikir mîna milîtanekî tevdigeriya, di bezî her karî. 


Tevkujî lingekî 'projeya entegreyê' ye- şik û guman tune ye ku ji ber damezrênera PKK'ê bû bû hedef. Bi îtîmaleke mezin jî di encama polîtikaya AKP'ê ya ji holê rakirina pêşengên PKK'ê de bû hedef. Mîna kirineke hêzênderve anîna rojevê jî spekulasyon e. Hewldanên dewleta tirk ên berovajî kirine delîla herî girîng a ku ev tevkujî ji aliyê wê de pêk hatiye. Ergenekona Kest di navenda vî karî de ye. Cîh girtina MÎT'ê ya cîh girtina nava heman karî îhtîlameke mezin e. Ji xwe dîroka dewleta tirk tije mînakên bi vî rengî ye. Diyar dibe ku ev tevkujî mîna lingekî 'projeya entegreyê' ya Beşîr Atalay hatiye organîze kirin.

Hin pirsên mîna 'di destpêkirina pêvajoya nû de çima dewleta tirk vê tevkujiyê bike û pêvajoyê bixê tehlîkeyê' tên kirin. Yên van pirsa dikin bawerin ku niyeta AKP'ê ya çareseriyê heye.

Raste li Îmraliyê hevdîtin heye. Rêberê Gelê Kurd bi şêwazekî dilsoz û ji d il dixwaze çaseriyeke demokratik pêk were. Derfeta herî biçûk jî ji bo vê yekê dinirxîne. Lê belê şik û guman pir in ku AKP bi heman rengî nêzî mijarê nabe. Daxuyanî û axaftinên wan ên demên dawî vê rastiyê radixe ber çavan. Ji ber vê yekê jî gelê kurd bi mesafe û temkîn nêz dibe.

Navnîşana tevkujiyê AKP ye

Axaftinên Serokwezî û wezîran, nivîs û gotinên şêwirmendan her wiha helwesta çapemeniya hevkarê hikûmetê diyar dike ku hevdîtinên li Îmraliyê mîna enstrumaneke tasfiyeyê digirin dest. Mîna Beşîr Atalay dibêje weke enstrumaneke 'projeya entegreyê' digirin dest. Heger hikûmeta AKP'ê hevdîtin weke derfeta çareseriyê girtiba dest wê demê pirsa 'çima Tirkiye vê tevkujiyê bike' dikarî bû were fêmkirin. Lê ji ber ku mîna parçeyekî konsepta tasfiyeyê digire dest tevkujî jî mîna encameke xwezayî ya vê polîtîkayê pêk hat. Ji xwe dibêjin; emê hem hevdîtinan pêk bînin, hem operasyona bidominin. Gelo qetilkirina gerîlayên kurd li Licê ne di asteke sobetakirina pêvajoyê de bû?

Diyare ku bi mihan, bi salane amadekarî û plansaziya vê tevkujiyê hatiye kirin. Lê wê rojê pêk anîn. Heger niyeta çareseriyê ya AKP'ê hebûya wê tîmên xwe yê qetilkirinê bipaş de kişandane. Lewra fermana ku beriya salekê hatiye dayin îro jî pêk anîne. Bi taybetî gotinên Huseyîn Çelîk ê mîna 'înfaza hundirîn' û di her derfetê de dubarekirina serokwezîr a van gotinan nîşan dike ku AKP bijarka yekemîn a berpirê vê tevkujiyê ye.

Di dema hevdîtinên Osloyê berdewamkirin de piştî hevdîtina heyeta navbeynkar a bi rêveberiya PKK'ê re bi rojekê bombebarankirina cihê hevdîtinê ji aliyê hêzên tirk ve nêzîkatiya dewleta tirk radixe ber çavan. AKP hevdîtinan ne mîna amûra çareseriyê mîna derfeta tasfiyeyê bikar tîne.

AKP hewl dide 2013'an bidest bixe

Rêberê Gelê Kurd bi van hevdîtina wê hewl bide çareseriyê li ser AKP'ê ferz bike. Ji ber ku civaka tirk çareseriyê dixwaze û çaresernekirina pirsgirêka kurd di her qadê de Tirkiyeyê bêzar dike. Lê heger AKP ji zihniyeta tasfiyeyê venegere û van hevdîtinan mîna estrumana konsepta tasfiyeyê bikar bîne wê Rêberê Gelê Kurd helwesta xwe nîşan bide. Lewra hevdîtin wê ber bi kû ve biçin bi tevahî girêdayî helwesta AKP'ê ya van du mihên pêş e. 
Dikare were pirsîn ka çima AKP'ê ev hevdîtin pêk anîn. Diyare ku gelekî bêzar bûye. Di sala 2012'an de gelek darbeyên giran xwarine. Şêwirmend û çapemeniya alîgir hewl dide bi propogandayê vê rastiyê berovajî bike. Lê belê herkes dizane ku gerîlayan di sala 2012'an de artêşa tirk perîşan kir. Ji bilî bikaranîna teknîkê pêde îradeya şer a artêşa tirk nema ye. Hikûmeta AKP'ê difikire ku 2013'an de wê têkoşîneke tundtir pêk were û ji ber hindê jî difikire ka dikare vê sala pêş li gor xwew rizgar bike. Dîsa li Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn de Tirkiye ketiye nava lawaziyeke mezin.

Difikire ku heger mijûlkirin û konsepta bi hev re bimeşîne hem li Sûriyeyê hem jî li Rojhilata Navîn wê karibe dawî li tengavbûn û bêzarbûna xwe bîne û însiyatîfê bixe destê xwe. Ji ber van hesaban jî ji aliyekî ve konsepta tasfiyeyê didomîne ji aliyê din ve jî hevdîtinan mîna parçeyekî pêwistiya vê polîtîkayê dixwaze bigire dest û bikar bîne. 
Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd vê yekê dizanin. Ji ber ku dibînin atmosfera çareseriya demokratîk ya siyasî afirî ye hewl didin polîtîkayên tasfiyeyê bişkînin û zemînê çareseriyê biafirînin. Dibêjin madem AKP dixwaze hevdîtinê pêk bîne wê demê em jî vê hevdîtinê bixin wesîleya hewldanên ji bo xêr û başiyê. Di gotinê de be jî şens dayina hewldanên çareseriyê encama vê polîtîkaya me ye. Polîtîkaya çaraseriyê jî ji bo demên bi vî rengî hene. Rêberê Gelê Kurd polîtîkaya ku ji bo gelên Tirkiyeyê feydeyê bînin bipêş dixe. Heger AKP têbigijie ku ji bilî çareseriya demokratîk rê tune ye dibe ku ev hevdîtin vergerîn muzakereyê. Ji ber vê yekê jî bêyî bi tevahî bi neyînî mêzekirinê lê bi kedbîr divê were şopandin ka du mehên pêş wê rewş çawa bipêş bikeve.

Bêgûman ferzkirina çareseriyê li ser AKP'he bi sekn û biryardariya têkoşînê mumkun e. Heger polîtîkayên çareseriyê neyên qebûlkirin û li dij vê yekê wê hewldanên xwe bidomînin wê demê îradeya neçaserkirinê dikare were şikandin.

Ji israra têkoşîn û azadiyê pêde rêyeke ku çareseriyê bîne tune ye.