Di ser komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an de nêzî 10 mehan derbas bû. 10 meh berê dema min ji televîzyonê temaşe dikir, rondikên min barî bûn, min trajedî bi şermeke mezin temaşe kir. Niha ez ji nêz ve ji Şengalê bi xwe lê dinêrim. Û ez dema dinêrim hewl didim ku 3’ê Tebaxê ji vê civaka antîk a hewl dide di konên li kontarên çiyayê Şengalê hatine avakirin de têkoşîna jiyanê didin, fêm bikim. Carna ez xwe li hevokan distrînim û carna jî sînorên wateyan didim zorê. Gelo bi rastî jî hewl didin ji nû ve li jiyanê vegerin? An jî di bêdawîbûneke ku wate bi xwe vala bûne, êdî her tişt… Dema ez hovîtiya ku hatiye serê wan difikirim, pirsên min ên bêbersiv zêde dibin. Lê, hûn kesên ku ji van tiştên hatine jiyîn, bê agahî… Piştî komkujiya 3’ê Tebaxê pirsa, gelo Êzidiyan ji xwe re jiyanek nû ava kirine? çend caran xwe spart deriyên wijdanên me? We pirsa ‘gelo ez ji bo wan dikarim çi bikim’ çend caran ji xwe pirsî gelo?
Bêguman ev trajediya ku Êzidiyan jiyan ne yekem bû. Di tevahiya dîroka Îslamê de bi dehan carî hovîtî jiyan. Mixabin di hemû olên yek xweda de, têkiliya xweda-mirov, li ser newekheviya kirde-obje ya tûj hatiye rûniştandin. Vê jî di tevayî dîroka olan de fatureyên mezin li mirovan birîne.
Êzidiyên di 3’ê Tebaxê de bi vê hovîtiyê şiyar bûn, cîhaneke wan a baweriyê ya cuda ji civakên olî yên din heye. Di vê cîhana baweriyê de ne efendî û kole, ne kêmarên ku piranî wan nabînin, kesên cuda hatine dîtin, yên di alî de divê bên tinekirin, ne qirkirinên çandî û fîzîkî, ne jî beramberiya vê ya aborî, mantikî, çandî heye. Ji ber ku di vê cîhana baweriyê de Xwedan û Êzidî ji hevin û ji ber vê bi nirx e. Ji ber ku yek ne obje û yek jî ne kirde ye, pîroz in. Di vê baweriyê de Melekê Tawus ne tenê Êzidiyan, hemû gerdûnê ronî dike. Yê her kesê ku rojê dibîne û bi enerjiya wî can dibîn e. Yê her zindiyî ye… ji ber vê yekê Êzîdî dûayên xwe berê ji kesên derveyî civaka xwe re dikin. Vê baweriya ku bi sedsalan çand û ola xwe li çiyayê Şengalê parastiye, nasnameya Êzidiyatiyê li ser kirdeyeke wisa aştiyane daye rûniştandin. Û hebûna xwe bi vê kirdeyê kiriye nasname.
Mixabin elîtên Sunnî-Şîî ku ti eleqeya wan bi demokratîkbûna muhtevaya Vesîkaya Medîneyê nîne, di bin navê Îslamê de, bi sedsalan bi awayekî sîstematîk xwestin Êzidiyatiyê, nasnameya wê tine bikin. Êrîşa xwe ya dawî ya bi xof jî bi destê çeteyê DAIŞ’ê pêk anîn. Bi destê DAIŞ’ê li cîhana baweriya aştiyane ya Êzidiyan de mirin ferzkirin. Hîna jî vê didomîn in. Bi sedan jin û zarokên di destê DAIŞ’ê de her roj bi vê pirsa xof şiyar dibin; Ez ê îro çend caran bimirin? Ez çend carên din rastî tecawizê bêm? Gelo ez ê îro bibim şahidê çend hovitiyan? Dîsa drama kampa Fîdanlik, kampa Newrozê, kampa Duhok û Şengalê hîna didome. Wijdana mirovahiyê li dijî DAIŞ û trajediya Êzidiyan bê bertek, bê helwest û bê hewldane. Wijdanek wisa ya bi tevahî kor bûye an jî travmayek mezin dijî. Belkî hinek dema vê nivîsî bixwînin bêjin ‘Na, em bi hovîtiya DAIŞ’ê re hîn bûn’. Çiqas ferq dike ku? Lê hewcedariya bi hezaran Êzidiyên li kampên Fîdanlik û Newrozê û dîsa Duhok û Şengalê bi dostanî, piştgrî, hezkirin û baweriya me heye. Ji bo ku ji xwe re ji nû ve çavkaniyên jiyanê ava bikin û jiyana xwe ya civakî ji nû ve rêxistin bikin, hewcedariya wan bi me dildaran heye.
Bi piştgiriya şervanên HPG, YJA-STAR, YPG û YPJ’ê Êzidiyên ji hovîtiya DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û li kontarên Çiyayê Şengalê hatine bicihkirin, hîna di nava tirs û bêewlehiyê de ne. Ji ber ku bi salan rastî qirkirina çandî û fîzîkî hatine, bi hemû Misilmanan, heta bi Misilmanên Kurd jî bawer nakin. Bêguman civakên wisa re psîkolojiyeke ‘ bê baweriyê’ çêdibe. Her Êzidiyekî travmayên mezin jiyan. Ji ber vê jî ev wê piştgiriya me ya aborî û manewî bê çareserkirin. Ji ber vê em bi wan bidin hîskirin ku em ligel wanin. Ji ber ku li cihê ku wijdan tinebe, mirov nekarin behsa demokrasî, aştî û exlaq bikin.”