'Tirkiye ji kuştin û xwînê têr bûye'

'Tirkiye ji kuştin û xwînê têr bûye'

Şaxên ÎHD'ê ya Amed û Êlihê û xizmên windayan, li Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darezandin çalakiyên heftane yên şemiyê berdewam kirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê Raci Bîlîcî diyar kir ku, Tirkiye êdî ji kuştin û xwînê têr bûye û xwest pêşiya pêvajoyê bê vekirin û Tirkiye li rastiya xwe vegere.

AMED

Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darezandin di hefteya 189'an de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatan vê hefteyê jî pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin rakirin. Di çalakiyê de malbatên windayan, rêveberên ÎHD'ê, înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, rêveberên MEYA-DER û KESK'ê û gelek kesên din amade bûn. Beriya çalakiya rûniştinê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku, bi salane vê çayakiya xwe berdewam dikin û daxwazên xwe tînin ziman. Bîlîcî destnîşan kir ku, li gel hemû hewldanên wan derbarê kujeran de tu lêpirsîn nehatiye vekirin. Bilîcî anî ziman ku ji ber ziman, helwest û nêzîkatiya hikûmetê gel li hev tên sorkirin û wiha got: "Ev polîtîka xizmeta tiştekî nake. Ji ber van polîtîkayan hewldanên lîncê û êrîşa li hemberî gelê Kurd zêde dibe."

'TIRKIYE JI KUŞTIN Û XWÎNÊ TÊR BÛYE'

Bîlîcî bal kişand ser şerê herêmê û wiha berdewam kir: "Ger ku ev feraset berdewam bike, tiştê ku kes naxwaze tê geş bibe. Niha li girtîgehan girevên birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger pêk tên. Ev dê encamên pir talûke bi xwe re bîne. Divê êdî pirsgirêk bi rêya demokratîk û aştiyê çareser bibe. Çareseriya pirsgirêkê jî bi diyalog, muzakere û axaftinê pêk tê. Divê êdî Tirkiye li rastiya xwe vegere. Dive êdî gavên aştiyê u çareeriyê bavêje.

ÇÎROKA VEZIR TARHAN HATE VEGOTIN

Piştre Endama Komîsyona Kuştiyên Nediyar û Windayan Necibe Guneş Perînçek, çîroka Cezîr Tarhan yê 12 salî ku di sala 1995'an de li Bedlîsê hate windakirin vegot. Perînçek anî ziman ku, dema Tarhan şivantî dikir û pez diçêrand ji aliyê leşkeran ve hate revandin. Malbatan piştî daxuyaniyê çalakiya rûnştinê ya 5 deqîqeyan pêk anî.

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê yên Êlihê bi heman armancê li kolana Gulistanê çalakî pêk anî. Rêveberên ÎHD'ê nûnerên saziyên sivîl yên civakî û gelek kesên din amade bûn. Malbatan wêneyên kesên hatin windakirin û pankarta "bila Winda bên dîtin kujer bên darizandin" vekirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Osman Kunteş, daxuyanî xwend. Kuntaş xwest êdî hesap bê pirsîn û kujer bên darezandin. Rêvebera ÎHD'ê ya ÊLihê Vîldan Ergul Tilegi, jî çîroka Emîn Aslan ya di 7'ê Cotmeha 1995'an li Kerborana Mêrdînê hate windakirin xwend. Aslan da zanîn ku, Tilegî piştî hate binçavkirin li qereqola leşkeran hate windakirin.

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.