Li navçeya Elkê ya Şirnexê di 2'ê Îlonê de gêrîlayên HPG'ê ji çar aliyan de li dijî avahiyên leşkerî, polîs û dewletê yên fermî êrîşa bi roket pêk anîbû. Di şer de 54 leşker hatibûn kuştin. Avahiyên fermî yên dewletê ku bi guleyan bûn wekî moxilê, hewil didin şopa guleyan bi alên tirkan yên mezin veşêrin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê di 2'ê Îlonê de gêrîlayên HPG'ê ji çar aliyan ve li dijî avahiyên leşerî, polîs û dewletê yên fermî êrîşa bi roket pêk anîbû. Piştî çalakiya gêrîlayan herêm bê navber ji aliyê helîkopterên kobra û balafirên şer ên F-16 ve tên bombekirin. Polîsan piştî çalakiyê di ser gelek malan de girt û bi şevê çiyayê Katoyê bombe baran dike. Ji ber bombebarana bi tank û topan welatî zêde bi şev nikarin dakevin kolanan. Di şerê 2'ê Îlonê de 54 leşker hatin kuştin û bidehan leşker jî birîndar bibûn. Avahiyên fermi yên dewletê ku ji guleyan wekî moxilê lê hatibûn, hewil didin şopa guleyan bi alên tirkan yên mezin veşêrin.
Li navçeya ku şopa gule û roketên gêrîlayên HPG'ê yên li ser avahiyên dewletê hiştine bi alên tirkan tên pêçan û veşartin, lê şopa guleyên leşkeran yên li ser malan hiştine hêj li derve ne.