Li navçeya Haskoyê ya Mûşê di 20'ê Îlonê de piştî operasyonê şer derket û di şer de 4 şivan hatin binçavkirin. Şivanê bi navê Eşref Işik piştî li qereqolê rastî îşkenceya leşkeran hat û leşkeran dest û diranên wî şikandin, ew şandin girtîgehê û niha li Girtîgehê di yek hucreyê de tê hiştin.
Li navçeya Heskoyê ya Mûşê di 20'ê Îlonê de piştî operasyonê di navbera leşker û gêrîlayên HPG'ê de şer derketibû. Di şer de Fermandarê Qereqola Cendirmeyan ya Haskoyê Mehmet Çapar jiyana xwe ji dest dabû. Piştî şer 4 şivan hatibûn binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan. Ji 4 şivanan Eşref Işik ji aliyê leşkeran ve rastî îşkenceyê hat û dest û diranên wî hatin şikandin.
Malbata Işik diyar kir ku, kurê wan li qereqolê rastî îşkenceyê hatiye û di îşkenceyê de dest û diranên wî hatine şikandin. Malbatê destnîşan kir ku, kurê wan 3 rojan rastî îşkenceyê hatiye û piştî derxistine edliyê ew girtine û şandine Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Malbata Işik da zanîn ku, rê wan di 24'ê Îlone de şandin Girtîgeha Mûşê û niha li gel birîndariya wî di yek hucreyê de tê girtin. Malbata Işik bilêv kir ku, bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye kurê wan hate girtin û bêyî li nexweşxaneyê bê dermankirin di yek hucreyê de tê girtin. Malbatê anî ziman ku, ji jiyana kurê xwe Işik bi fikarin.