Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kamuran Recep Emîn (Tevger Kanîwar) ku hefteyek beriya niha ji ber nexweşiya gurçikan rakiribûn nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.
Şervanê YPG’ê Kamuran Recep Emîn ê bi nasnavê Tevger Kanîwar, hefteyek beriya niha ji ber ku gurçikên wî rawestiyan rakirin nexweşxaneyek li Hesekê. Li vir gurçikên Emîn çend caran hatin şuştin û derman hatin dayîn. Lê li gel hemû mudaxeleyan Emîn îro jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Kamuran Recep Emîn dê sibe saet di 10.00’an de ji Tiltemirê bibin Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li Gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê û bê definkirin.
Kamuran Recep Emîn (Tevger Kanîwar) di sala 1989’an de li gundê Reşîdiyê yê bajare Tiltemir hatiye dinê û di sala 2012’an de tevlî YPG’ê bibû.