Şervanê YPG'ê Îsmaîl Mihemed spartin axê

Şervanê YPG'ê Îsmaîl Mihemed spartin axê

Li Amûdê bi hezaran kes beşdarî merasima cenazeyê şervanê YPG’ê yê Îsmaîl Ehmed Mihemed ê ku li Serêkaniyê di encama şerê li dijî komên çete yên êrîşên Serêkaniyê dikin de jiyana xwe ji dest da, bûn.

Ji seatên serê sibê ve bi hezaran kes li Navenda Tenduristiyê ya Amûdê ji bo wergirtina cenaze li hev kom bûn. Hevalên endamê YPG’ê Îsmaîl Ehmed Mihemed cenaze danîn ser milê xwe û bi karwanekî birin Navenda Ciwanên Şoreşger a Amûdê.

Li wir merasimeke bi heybet ku bi rêzgirtinê dest pê kir hate lidarxistin. Piştre endamê Saziya Malbatên Şehdîan a Amûedê Mesûd Hecî Yusif axivî û diyar kiur ku Îsmaîl şehîdê şeref, rûmet û parastina nirxê gelê Kurd e.

Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger jî axivî û diyar kir ku tu cûdahî di navbera gelê Rojavayê Kurdistanê de tune ye, ciwanên Kurd ên ji Qamişlo, Dêrik, Dirbesiyê li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan û got: “Amûdê kurê xwe Îsmaîl diyarî Serêkaniyê kir.” Ceger da zanîn ku komên çekdar ên Newaf Raxib Elbeşîr bi hevkariya Tirkiyeyê hatin Serêkaniyê û êrîşê Kurdan kirin.

Bavê şervanê YPG’ê Îslmaîl Mihemed Ehmed axivî û diyar kir ku kurê wî di rêyeke şeref û rûmetê de jiyana xwe ji dest daye. Endamê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Sedeldîn Heso jî diyar kir ku ew bejna xwe li ber şehîdên Serêkaniyê ditewînin û got: “Em soz didin ku em ê heta dawiyê li ser şopa wan bimeşînin” û piştgiriya xwe ya ji bo YPG’ê nîşan da.

Endamê Meclsîa Gel a Rojavayê Kurdistanê Beşîr Mele Newaf jî axivî û diyar kir ku îro ji her rojê bêtir gelê kurd hewcedarî yekitiyê ye û destnînan kir ku dikare bi vî awayî xwe biparêze.

Piştî ku merasîm bi dawî bû hevalên şervanê YPG'ê Îsmaîl cenaze bi karwanekî birin gundê Sineceqa Sedûn ku şervanê YPG'ê Îsmaîl lê ji dayik bibû, piştî nêrîna dawî ji malbatê re, cenaze vegerandin Amûdê û li Goristana Şehîd Îsmaîl spartin axê.

Şervanê YPG'ê Îsmaîl Ehmed Mihemed di sala 1993 li gundê Sinceqa Sedûn ya bi ser Amûdê hatiye dinê.