Li Efrînê bi hezaran Kurdistaniyan cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Ebdo Keleça bi nasnav Berxwedan yê ku dema bi erkê xwe yê netewî radibû bi guleya ne diyar jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmek sipartin axê.
Li navçeya Cendêris ya Efrînê bi hezaran Kurdistanî cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Ebdo Keçela yê dema li ser noqteya rêberdê bû bi guleyek ne diyar jiyana xwe ji dest dabû, ji nexweşxaneya Eferîn derxistin. Kerwanê cenaze hildigirt li kolanên Efrînê geriya û ber bi Cendêrisê bi rêket. Li Cendêris bi hezaran kes di pêşwaziya cenaze de bûn. Destpêkê cenaze birin malbatê û piştre bi kerwanekî li nava kolanên Cendêrisê gerandin û cenaze birin goristana Şehîd Seydo.
Li goristanê merasîma leşkerî ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate lidarxistin. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Melek Mihemed axivî û diyar kir ku, ew wek saziya Malbatên Şehîdan heta dawiyê wê şopa şehîdan bernedin û Melek Berxwedana YPG'ê li Serêkaniyê ku li himber komên çete ên ku ji Tirkiyê derbasî bajêr bûne silav kir. Piştî Melek bavê şervanê YPG'ê Berxwedan axivî û soz da ku ew dê heta dawiyê lipey şopa şehîdan venegerin û berxwedana YPG'ê jî silav kir.
Piştre Fermandarê Tabûra Şehîd Nalîn Mahir axivî û dazanîn ku, YPG'ê hêza hemû pêkhatiyên Rojavayê Kurdistanê. Mahir Serêkaniyê wek nimûneya herî ber biçav nîşan da û diyar kir ku, li Serêkaniyê YPG'ê hemû pêkhatiyan diparêze. Di dawiya axaftina xwe de Mahir balkişand ku azadî bi dest nakeve ku qurbanî neyên dayin. Hevala şervanê YPG'ê Berxwedan Dareya Celma ji di merasiman de axivî û da zanîn ku Berxwedan kesekî ku ji tu tiştekî ne ditirsiya û bi hemû hêza xwe alîkariya hevalê xwe dikir. Celma soz da ku ew dê heta dawî şopa Berxwedan û hevalên wî bişopînin. Helbestvanê Kurd Elî Hebeş jî di merasimê de helbestek diyarî kir. Piştî ku merasim bi dawî bû şervanê YPG'ê Berxwedan ji aliyê bi hezaran kesî ve hate definkirin.