Li Serêkaniyê şerê ku duh bi êrîşa koma bi navê Ehrar Xwêran destpê kiribû, di saetên serê sibê de jinûve dijwar bû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, pevçûn ku duh piştî derengiya şevê sivik bibû, serê sibehê saet di derdora 05.00’an de jinûve gur bû. Hate ragihandin ku pevçûn li Taxên Ebra, Mehetê û riya Hesekê dijwar bûye.
Her wiha hate gotin ku ji aliyê Tel Xelef û Tirkiyê ve jî alîkariya van koman tê kirin û carinan jî ji aliyê Tirkiyeyê ve gule tên barandin.
Duh saet derdora 13.00’an de dema şêniyên bajar dixwest firinan nan vekin, koma bi navê Ehrar Xwêran êrîş kiribû û li ser vê yekê jî hêzên YPG’ê mudaxele kiribû. Di encama pevçûnên ku li derdora firinê û xaçerêya Hesekê heta derengiya şevê dom kir de, li gorî daxuyaniya YPG’ê li cihekê 7, li cihek din jî hejmarek zêde êrîşkar hatin kuştin.