Li Serêkaniyê li aliyekê şer berdewam dike, li aliyeke ciwanên ereb tevlî çekên xwe li aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) disekine û li hember komên çekdar şer dikin. Pevçûnên li Serêkaniyê ve 3'yemîn roj in hîn didomin.
Li Serêkaniyê pevçûnên ji beriya 3'yemîn rojan, di navbera komên çekdar ku ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî bajêr bibûn û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de rû dabûn didomin. Ji ber ku komên çekdar herêmê bi hewanan bombe dikin û li malên welatiyan dikevin, ciwanên ereb tevî çekên xwe li kêleka şervanên YPG'ê disekinin û li hember komên çekdar şer dikin.
Pevçûnên li Serêkaniyê berfireh dibin û li taxên Ibra, Meheta û Kornîş ya ku nêzî girê Feqîranyê ku bi kevnetorên xwe tê nasîn didome , li herêma girê Feqîran Tangên komên çekdar bi cih dibin.
Agahiyên ji Serêkaniyê bi dehan termên komên çekdar ji beriya 2 rojan ve li kolanan hiştine. Li aliyekî din otobîsa nexweşxaneya Îsaf ya Tirkiyeyê birîndarên komên çekdar radikin û derbasî Serêkaniya Bakurê Kurdistanê dikin. Her wiha wesayitên Tirk zexîreyan ji komên çete re derbasî qada şer dikin.
Ji aliyekî din çavkaniyên ku nêzî komên çekdar in, ragihandin ku li ber deriyê sînor di navbera çekdarên van koman de pevçûn derkitiye.