Şerê li Serêkaniyê berdewam dike

Şerê li Serêkaniyê berdewam dike

Pevçûnên dijwar ên ku heta derengiya şevê din li taxa Aberê ya Serêkaniyê berdewam kirin, veguherîn pevçûnên sivik. Hêzên YPG’ê derdora nexweşxaneyê dorpêç kirin û dest bi êrîşan kirin.

Pevçûnên dijwar ên ku duh li Serêkaniyê di navbera YPG û komên çete de dest pê kirin heta derengiya şevê berdewam kirin. Îro serê sibê careke din pevçûnên di navbera her du aliyan de dest pê kirin. YPG’ê dest bi êrîşên li dijî komên çete kirin û kontrola nexweşxaneya Serêkaniyê kete destê YPG’ê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di van pevçûnan de bi dehan endamên komên çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne. Li gorî hin agahiyan komên çete kuştiyên xwe dişewtiînin û gelek endamên komên çete xwe birîndar dikin da ku ji qada şer bên dûrxistin. Li gorî hin agahiyan hin jî ji aliyê fermandarên wan ve hatine înfazkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, ji aliyê Tirkiyeyê ve çekan li wesayitên zexîreyê bar dikirin ku dişînin herêmê.