Li Serêkaniyê pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete ku Tirkiye piştgiriyê dide wan û ketin bajêr di roja xwe ya 8'emîn bi dijwarî didome.
Nûçegihanê ANF'ê li Serêkaniyê diyar kir ku, pevçûn îro bi dijwarî li taxa Ebrê didomin û şervanên YPG'ê pêşketineke ber bi çav bidest dixin, komên çete mecbûr dikin ku kuştiyên xwe li pey xwe bihêlin û birevin. Her wiha hate ragihand ku, komên çete ku vedgerin Taxa Mehetê dest bi şewitandina malan dikin û serê vê sibê zêdetir ji 5 malên welatiyan şewitandin.
Li aliyêke din welatiyên ji Taxa Mehetê bi zehmetî ji ber guleyên qenasên komên çete reviyane ber bi Taxên Kurda, danzanîn ku komên çete îro dest bi şewitandina malên welatiyan kirn û bi darê zorê şîniyên taxê ji malên wan derdixin. Di derbarê kesên xwesteka wan pêknaynin de diyar kirin ku, wan di kuştinê û peçekirina canê wan tehdît dikin.
Her wiha welatiyên ku ji Taxa Mehetê hatine balkişandin ku kesê bi navê Usama Hilalî ku wek fermandarê tabûra Mişel Temo ya li taxa Mehetê dîtine û komên çete re di nava pevçûnan cihê xwe digire. Her wiha di şewitandina malên welatiya de jî îro ser sibê cihê xwe digirt.