Şengalî: Divê gelê Kurd ji bo Rojava dabikeve qadan

Şengalî: Divê gelê Kurd ji bo Rojava dabikeve qadan

Li aliyekê dihat payin ku embargoya li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê were rakirin, lê li aliyeke din Başûrê Kurdistanê sînor bi têlan rêsand. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî diyar kir ku ev pêkanîn nayê qebûlkirin û got: “Ew têlên li ser sînor têlên şermê ne. Divê gelê Kurd nerazîbûn nîşanî vê yekê bide. Li şûna sînor bi têlan birêsin, divê bi awayeke herî çalak destekê bidin gelê Kurd li Rojavyaê Kurdistanê.” Şengalî ev bang li gelê Kurd kir: “Divê gelê Kurd li Kurdistanê û li derveyê welat ji bo Rojava dabikeve qadan. Kampanya bidin destpêkirin û xwedî li gelê Rojava derbikevin.” Şengalî bang li gleê Rojava jî kir ku nehêlin polîtîkayên penaberkirinê pêk bên.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî bersiv da pirsên nûçegihanê ANF’ê Halît Ermîş û şoreşa Rojavayê Kurdistanê nirxand. Şengalî destnîşan kir ku şoreş ne tenê şoreşa parçeyekê ye, şoreşa hemû gelê Kurd e. Şengalî da zanîn ku pêşketinên li vê qadê ji bo hemû gelê Kurd girîng in û got: “Azadiya gelê Rojavayê Kurdistanê azadiya Kurdistanê ye.”

Şengalî ragihand ku pêşketinên erênî yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di serî de dewleta Tirk xistiye nava xof û tirsê û bal kişand ku ji bo pêşîlêgirtina destkeftiyên Kurdan dewleta Tirk her tim provakasyonan pêk tîne. Şengalî ji bo vê yekê êrîşa komên çete yên ku bi desteka dewleta Tirk êrîşê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê kir weke mînak nîşan da û got: “Berxwedana gelê me yê li wir ev êîrş pûç kir. Lê hîna jî hesabên wan yên bi vî awayî berdewam dikin.”

DIVÊ LI HER DERÊ KAMPANYA BÊN DESTPÊKIRIN Û XWEDÎ LI ROJAVA DERBIKEVIN

Zekî Şengalî destnîşan kir ku dewleta Tirk xwe bi dizîka ve di nava muxalefeta Sûriyeyê de bi cih kiriye û bi vî awayî dixwaze armancên xwe yên li dijî Kurdan pêk bîne. Şengalî bal kişand ser êrîş û provakasyonên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û banga piştgiriyê ji bo Rojavayê Kurdistanê li gelê Kurd kir. “Divê gelê Kurd li Kurdistanê û li derveyê welat ji bo Rojava dabikeve qadan. Kampanya bidin destpêkirin û xwedî li gelê Rojava derbikevin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî bal kişand ser rêsandina têlê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û nerazîbûn nîşanî vê pêkanîna hukûmeta Herêma Kurdistanê da. Şengalî got: “Ew têlên li ser sînor têlên şermê ne. Divê gelê Kurd nerazîbûn nîşanî vê yekê bide. Li şûna sînor bi têlan birêsin, divê bi awayeke herî çalak destekê bidin gelê Kurd li Rojavyaê Kurdistanê.” Şengalî da zanîn ku ev yek ji aliyê tu Kurdan ve nayê qebûlkirin û got: “Sînorên Rojavayê Kurdistanê digirin û bi vî awayî xistine bin embargoyê. Mirov dikare bêje li wir pêwîstiyên weke zad, xûrek, derman, sotemenî tune ne. Ev polîtîka bi zanebûn tê kirin.”

Şengalî bi bîr xist ku nunerên partiyên Kurd ên Rojava hatin bi Serkê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîn û got: “Gotin dê derî vebe. Lê berevajiyê vê yekê sînor bi têlan hate rêsandin. Tê gotin ku gundê Tawus heta ava Dîcleyê bi têlan rêsandin. Gelê Kurd nikare li hemberî vê yekê bê deng bimîne. Divê ev rewş demek beriya demekê bi dawî bibe. Nerazîbûna gelê Kurd li hebmerî vê heye. Tiştek gelek metirsîdar e ku hukûmeta Herêmê deriyên ku pêwîstiyên jiyanî ji gelê Rojava re diçin bigire. Diviyabû ger hinek ên din wisa bikiriba, hukûmeta Herêmê li dijî derbiketa.” Şengalî destnîşan kir ku gelê Kurd li wir serkeftineke dîrokî bi dest dixe û got: “Ger destekê nedin vê yekê û desteka ji bo wir asteng bikin, dîrok vê yekê efû nake. Peywira her Kurdekî ye ku li her derê di warê madî û manewî de destekê bide gelê Kurd ê li wê derê.”

Zekî Şengalî bal kişand ser polîtîkayên penaberkirina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku koçber ji ber sedema pirsgirêkên aboriyê pêk tên û got: “Dixwazin Kurdan ji cih û warên wan bikin û naxwazin Kurd li wir bibin xwedî pêkhateyek aram. Bi vê yekê dixwazin bi xwe ve girêbidin.” Şengalî destnîşan kir ku dixwazin bi van polîtîkayan gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ji hêzê bixin, belav bikin û bê vîn bihêlin û got: “Ev polîtîkayeke giştî ye. Desteka gelê me ya ji bo Rojavayê Kurdistanê dikare pêşî li vê yekê bigire.” Şengal bi bîr xist ku dewleta Tirk xwest bi heman polîtîkayan di salên 1990’an de Bakûrê Kurdistanê vala bike û got: “Êdî gelê Kurd xwedî tecrube ne. Divê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ji vê yekê ders bigire” û Şengalî bang li gleê Rojava jî kir ku nehêlin polîtîkayên penaberkirinê pêk bên.

NE GOTINÊN WAN, KIRYARÊN WAN GIRÎNG IN

Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata çûn Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Şengalî vê mijarê jî nirxand û got: “Ger dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, divê rêbertiya me esas bigire. Ji berê jî weke navnîşan dîtina wir girîng e.” Şengalî desntîşan kir ku tu wateya gotinan tune ye, ya girîng pratîk û kiryar in.

Şengalî derbarê mijara çekdanîna PKK’ê de jî got: “Bi vî awayî çek nayên danîn. Ji ber wê jî ev nêzîkatiyên wiha ne rast in. Ger rast nêzîk bibin dê destekê ji rêxistin û gelê me bigirin. Serokê Konseya me ya Rêveber a KCK’ê heval Mûrat Karayilan derbarê mijarê de daxuyanî da. Em ê ji niha û pêve li ser esasê wê daxuyaniyê nêzîk bibin û tevbigerin.”

Şengalî bal kişand ser operasyona li Licê ku di encamê de 10 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest an û bang li gelê Kurd kir ku tenê saniyeyekê jî dest ji têkoşînê bernedin û bang li gelê Kurdistan û gelê Amedê kir ku xwedî li cenazeyên gerîlayan derbikevin.