Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Wanê rêveberiya xwe ya nû hilbijart

Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Wanê rêveberiya xwe ya nû hilbijart

Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Wanê kongreya xwe ya 4’mîn a asayî pêk anî û rêveberiya nû hilbijart. Kongre li salona civînê ya Şaxa Egitim Senê pêk hat.

Li salonê pankarta “Hûn bi xêr hatin konrereya komela me ya 4’mîn a asayî” hate daliqandin. Di kongreyê de Serokê BDP’a Wanê Yakup Ataş, Berdevkê TZP Kurdî Besîm Baykal, Serokê Navenda KURDÎ-DER’ê Burhan Zorooglu, Alîkarê Şaredarê Wanê Kemal Unver, Rêveberên saziyên wek BDP, ÎHD, TUHAY-DER, MEYA-DER, KESK, Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê, Komela Melayan, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, endamên meclîsa giştî ya bajêr û gelek kes amade bûn. Bernameya kongreyê bi hilbijartina dîwanê dest pê kirr. Piştî hilbijartina dîwanê, ji bo şehîdên têkoşîna şoreş û azadiyê rêz hate girtin.

‘HER KURDEK BILA BIBE MILÎTANÊ ZIMAN’

Li ser navê dîwanê Mamoste Qahir Beteyî li ser girîngiya ziman nirxandinek kir. Bateyî, diyar kir ku xwedîderkitina li ziman bi gotinê nabe û go got;” pêwîste li şûna gotinê de di meriyetê de behsa ziman bê kirin.” Bateyî, da zanîn ku ev ziman pêwîste were jiyandin û diyar kir ku hewce ye ku ev ziman her kes di mala xwe de biaxive û mala xwe bike dibistana kurdî. Bateyî, anî ziman ku gelê kurd bi vî zimanî bijî û her kesek kurd bibe milîtanê ziman. Serokê KURDÎ-DER’ê yê Şaxa Wanê yê berê Levent Urun ji axivî diyar kir ku ev ziman 99 sale nayê qebûlkirin û got; “Ziman serkaniya çandê ye.” Urun, bi bîr xist ku Ocalan dibêje “ziman beden e li bedena xwe xwedî derkeve.”

ZIMAN KOKA NETEWAN E

Berdevkê TZP-Kurdî Besîm Baykal jî di kongreyê de axivî û destnîşan kir ku bingehê koka netewan ziman e û wiha got: “Ziman ji bo netewan ruh e. Ev bi salan e ji bo ziman têkoşîna ziman tê meşandin. Ji bo ku nasname û zimanê kurdan rabe her rê û rêbaz, ji aliyê desthilatdariya ve tê meşandin. Ger ku dewlet û desthilatdarî pergala me nas nekin, em wek gelê kurd pergala wan qet qebul nakin. Bila vê yekê baş bizanin. Ev bi 10 salan e zarokên me di wargehê pişaftinê de tên perwerdekirin.”

‘ZIMANÊ NEYÊ AXAFTIN MIRÎ YE’

Serokê Navenda KURDÎ-DER’ê Burhan Zorooglu jî bi hêviya hemû siyasetmedarê kurd ên di girtîgehê de ne azad bibin dest bi axaftina xwe kir. Zorooglu ev tişt gotin: “Desthilatdar dixwazin zimanê netewan ji holê rakin. Li ser ziman kurdî gelek qedexe hene. Ji bo qedexebûna zimanê kurdan welatê wan kirin 4 parçe. Rol û mîsyona ziman rola xwedîderkitina çand, beden, nasname û erdnîgariyê ye. Divê ku em hişyar bin û em bi van dersê hilbêjêr nexapin. Zimanê ku neyê axaftin ew ziman tê mirandin.”

Piştî axaftinan rapora meriyet û malî hate xwendin. Hilbijartin bi yek lîjneyê pêk hat û ji bo rêveberiya nû ev kes hatin hilbijartin: Saîm Bayat, Îsmaîl Aşkan, Şevket Altindaş, Huyla Ozdemîr, Emîn Koçak, Tahsîn Tîmur, Nezîr Ocek Şemsettîn Elter.