Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê ji bo cenazeyên 2 gêrîlayên HPG'ê yên 7'ê Çileyê li navçeya Çelê di nava 14 gêrîlayên HPG'ê de di operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dabûn bibînin dîsa çûn herêma operasyonê.
7'ê Çile li navçeya Çelê operasyon pêk hatibû û di operasyonê de 14 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên 11 gêrîlayên HPG'ê hatibûn rakirin û cenazeyên 2 gêrîlayan jî li herêmê mabûn. Çend roj berê endamên Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê heyetek ava kirin û ji bo cenazeyên 2 gêrîlayên li herêma operasyona werbigirin dîsa çûn herêma operasyonê. Heyeta ÎHD'ê serê sibê dîsa çû herêma operasyonê û dê li herê operasyonê lêgerînê pêk bîne.