Şaredariyê 6 hezar ton berf derxiste dervey bajar

Şaredariyê 6 hezar ton berf derxiste dervey bajar

Yekîneyên tekoşîna li dijî berfê ya Serokatiya Şaredariya Colemêrgê, di nava 4 rojan de 6 hezar tonê berfê derxistin dervey bajar.

Li Colemêrgê ku hêjan rêya gelek gund û mezrayan girtiye, xebatên paqijkirina rê didomin. Yekîneyên tekoşîna li dijî berfê ya Şaredariya Colemêrgê di encama xebatên şev û rojê de rêya 12 taxên bajar vekirin, her wiha xebatên paqijkirina rêyên kolana jî dan destpêkirin. Hate ragihandin ku, xebatên ku bi alîkariya 5 makîneyên kar tê kirin, bi kamyonan 6 hezar ton berfa ku li nava bazara bajar hatiye kom kirin derxistine dervey bajar.

Alîkarê Şaredar Metîn Kazandioglû ragihand ku, rêya hemû taxan hatiye vekirin, her wiha 6 hezar tonên berfê yên bi alîkariya makîneyên kar li nava bazara bajar hatine komkirin ji ber ku cih nîne bi avêjinê bi kamyonan derxistine dervey bajar.