Li navçeya Cizîra Şirnexê di sala 1991’î de ji hêla Şaredariya Berlînê a Almanyayê ve ocaxeke tenduristiyê hat çêkirin, oçaxa ku di xizmeta gel de bû, ji hêla qaymeqamê AKP’ê ve hat hilweşandin.
Şaredariya Berlînê a Almanyayê di sala 1991’î de li Taxa Dagkapi ya Cizîra Şirnexê ocaxeke tenduristiyê avakiribû. Ev ocaxa tenduristiyê her roj 300 welatiyan serî lê dida, lê li ser fermana Qaymeqam Şenol Koca ev ocaxa tenduristiyê ku di xizmeta gel de bû hat hilweşandin.
Piştî ev ocaxa ku 22 sal xizmet da gel hat hilweşandin, welatiyên ku li ku nexweş dikevin wan dişînin Nexweşxaneya Dewletê a Cizîrê. Ev nexweşxane jî 3 kîlometreyî dûrê taxê ye û welatî di dema çûyînê de gelek zehmetiyan dikişînin. Bi hatina zivistanê re jî çûyîn û hatina welatiyan hê bêhtir zehmet bû.
Der barê xirakirina ocaxa tenduristiyê de heta niha qaymeqam tu daxuyanî neda ye, lê nerazîbûna welatiyan her ku diçe zêde dibe. welatiyê bi navê Ahmet Tanrikulu yê li Taxa Dagkapi rûdinê, bertekên xwe bi nav gotinan anî ziman: “Li herêmê tu tişt nema çûn ocaxa tenduristiyê hilweşandin. Em bi çar çavan li benda doktoran in, li taxa me ew qas pirsgirêkên tenduristiyê ku bên çareserkirin hene, qaymeqam jî ocaxa tenduristiyê hildiweşîne. Armanca wan çî ye em nizanin.”
Welatiyê bi navê Ahmet Caklikli jî bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku mafê tu kesî tune ku ocaxeke ku di xizmeta gel de hilweşîne. Caklikli wiha axifî: “Almanî çê dikin, qaymeqam hildiweşîne. Wê vê bi çi îzah bikin. Ne dihêlin gel bi çareya serê xwe binhêre û ne jî bixwe çareser dikin. Ev çi feraset e em nizamin.” ŞIRNEX - ANF