Avahiya BDP’ya Çewlikê li rastî êrîşa bi kevir û daran a faşîstan hat. Aşkere bû ku Şaredarê Çewlikê yê AKP’yî Serdar Atatalay ji duh ve anons dike û dibêje “Em ê piştî nimêja înê şehîdên xwe bi bîr bînin” û bi vî awayî bingehê êrîşê amade kiriye.
Li Çewlikê piştî nimêja înê, komek faşîst û cerdevan bi kevir û daran êrîşê avahiya BDP’ya Çewlikê kirin. Tevî Serokê BDP’ya Çewlikê Halîs Yûrtsever, gelek endamên partiyê di avahiyê de asê man. Polîsan bombeyên gazê avêtin BDP’yiyên ku asê mane. Di êrîşê de du endamên BDP û rojnamevanek birîndar bûn.
Hate zanîn ku xizmên cerdevanê bi navê Mehmet Çîntay ê ku di encama pevçûna di navbera artêşa Tirk û gerîlayan de mir jî di nava êrîşkaran de cih girt.
Aşkere bû ku Şaredarê Çewlikê yê AKP’yî Serdar Atatalay ji duh ve anons dike û dibêje “Em ê piştî nimêja înê şehîdên xwe bi bîr bînin” û bi vî awayî bingehê êrîşê amade kiriye.
Serokê BDP’ya Çewlikê Halîs Yurtsever bi telefonê beşdarî Nûçe TV bû û diyar kir ku ev êrîş piştî anonsa ji aliyê Şaredarê Çewlikê yê AKP’yî Atalay ve hate kirin, pêk hat. Yurtsever got; “Ev êrîş bi desteka polîs û bi desteka walî tê kirin. Şaredar berê êrîşê daye. Armanc ew e ku aloziyê têxin nava Çewlikê.”
Yûrtsever destnîşan kir ku Midûrê Emniyetê rol di êrîşa li ser avahiya BDP’ya Çewlikê de girtiye û got; “Midûrê Emniyetê dibêje ala Tirkan bi avahiya xwe ve daliqînin.”
Hat diyarkirin ku aloziya li bajêr hîna jî berdewam dike û girseya nijadperest li ber avahiyê ye.