Şaredara BDP'ê ya Bazîdê Korkmaz hate binçavkirin

Şaredara BDP'ê ya Bazîdê Korkmaz hate binçavkirin

Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz jî di nav de 5 kes di serdegirtina şaredariyê û malan de hatin binçavkirin.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Bazîdê serê sibê di demjimêr 04.00'an di ser Şaredariya Bazîdê, Mala Cilşoyê û mala Şaredar Canan Korkmaz jî di nav gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de odeya Korkmaz ya li avahiya şaredariyê û odeya yekîneya çapemeniyê hatin lêgerînkirin û gelek harddîsk û dosya hatin destserkirin.

Piştî serdegirtinan Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Endamê Meclîsa Şaredariyê Nazan Baglan Sogut, Rêveberê BDP'ê Mehmet Bîrdal û endamên BDP'ê Îsa Karahan û Ahmet Utuş hatin binçavkirin. Hat zanîn ku, di derbarê welatiyê bi navê Mehmet Tunç jî biryara binçavkirinê hebû lê di serdegirtina malê ji ber ku li malê nebû nehat binçavkirin.