Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz ya ku serê sibê di serdegirtina mala û şaredariyê de hate binçavkirin serbest hate berdan.
Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz û Endama Meclisa Şaredariyê Nazan Baglan Sogut ên ku serê sibê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatin binçavkirin piştî îfadeyên dozgeriyê serberst hatin berdan. Korkmaz û Sogut li ber edliyeyê bi çepikan hatin pêşwazîkirin.
Rêveberê BDP'ê Mehmet Bîrdal û endamên BDP'ê Îsa Karahan û Ahmet Utuş jî li Midûriyeta Polîsan ya Bazîdê tên girtin.