Şaredar Korkmaz û endamên BDP'ê hatin berdan

Şaredar Korkmaz û endamên BDP'ê hatin berdan

Li Bazîdê 4 kesên di encama serdegirtina malan, şaredariye de hatin binçavkirin serbest hatin berdan.

Li navçeya Bazîdê ya Agirê di demjimêrên serê sibehê de di serdegirtinên şaredarî û malan de Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, Endama Meclîsa Şaredariye Nazan Baglan Sogut, Endamên BDP'ê Îsa Karahan, Ahmet Utuş û Revêberê Rexistina BDP'ê ya navçeye Mehmet Bîrdal hatin binçavkirin. Piştî dozgeriye îfadeya Korkmaz û Baglan Sogut girt, serbest hatin berdan. Endamên BDP'ê Îsa Karahan, Ahmet Utuş û Revêberê Rexistina Navçeye a BDP'ê ya navçeye Mehmet Bîrdal jî piştî îfadeya wan li Miduriyeta Polîsan hat girtin, serbest hatin berdan.