Şandeya KCD’ê li Hewlêrê dest bi hevdîtinan kir

Şandeya KCD’ê li Hewlêrê dest bi hevdîtinan kir

Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo nêrînên xwe yên derbarê pêşketinên li Rojhilata Navîn de, balkişandina ser yekitiya neteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê û ji bo agagahiyan derbarê van mijaran de bigire, hate serdana Başûrê Kurdistanê û dest bi hevdîtinan kir.

Endamên Lijneya Koordînasyona KCD’ê û Parlementerên BDP’ê Mulkiye Bîrtane û Ozdal Uçer, tevî çar endamên Meclîsa Daîmî y a KCD’ê hatin Başûrê Kurdistanê. Şandeya KCD’ê ya ji Bakûrê Kurdistanê hat li Hewlêrê dest bi hevdîtinan kir.

Di şandeyê de wekîlên BDP'ê û Endamên Lijneya Koordînasyona KCD’ê Ozdal Uçer û Mulkiye Bîrtane, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Şaredara Bismêlê Cemîle Emînoglu, endamên Meclîsa Daîmî yên KCD'ê Osman Ozçelîk û Vedat Çetîn cih digirin. Şandeya ku duh gihişt Başûrê Kurdistanê şeva xwe li Dihokê borand û li wir bi Waliyê Dihokê û Şaredar Şervan Ebdulwahid re hevdîtin pêk anîn. Piştre hatin Hewlêrê û li wir çûn serdana Nunertiya BDP’ê ya Hewlêrê û ji wir jî çûn serdana Kampa Mexmûrê.

Şandeyê bi Kampa Mexmûrê dest bi serdanên xwe yên fermî kir û dê hefteyekê li Başûrê Kurdistanê bimîne. Parlementerê BDP’ê yê Wanê û Endamê Lijneya Koordînasyona KCD’ê Ozdal Uçer derbarê serdanê de agahî da û got: “Em dê di vê demê de tevî partiyên muxalîf, bi hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl re hevdîtinan pêk bînin. Mijara sereke ya hevdîtinan pêşketinên li Rojhilata Navîn, aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, her wiha pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û di vê demê de girîngiya yekitiya neteweyî ne.”

Tê payin ku şande bi Serokê Hikûmeta Herêmê Mesut Barzanî, Serokwezîr Neçîrvan Barzanî, PDK, YNK'ê, Tevgera Goran, Hîzbu Suî, Yekgirti Îslamî, Komala Îslamî, Hîzbî Zehmetkeşan, PÇDK, Desteya Bilind a Kurd (DBK), Yekîtiya Parlementeran û Saziyên Sivîl ên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk bînin.