Şandeya KCD’ê di roja pêncemîn a serdana xwe de çû serdana Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Erselan Bayiz û Yekitiya Parlementerên Kurdistanê.
Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên Kurd dijîn hatiye serdana Başûrê Kurdistanê, bi Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Erselan Bayiz re hevdîtinek pêk anî. hevdîtin bi qasî nîv saetê berdewam kir.
Şandeya KCD’ê ji vir jî çû serdana Yekitiya Parlementerên Krudistanê. Şande ji aliyê Serokê Yekitiya Parlementeran Nîmet Ebdullah û endamên yekitiyê ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û rewşa giştî ya Kurdan hate gotûbêjkirin.
Tê payin ku şandeya KCD’ê di saetên pêş de biçe serdana Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan. Şande dê di saetên danê êvarê de bi Kurdên ji ber sedemên cûda ji Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatine Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk bîne.