Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê ji bo cenazeyên 2 gerîlayên HPG'ê yên di 7'ê Çile li navçeya Çelê di nava 14 gerîlayên HPG'ê de di operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dabûn bibînin dîsa çûn herêma operasyonê.
Di 7'ê Çile de li navçeya Çelê operasyon pêk hatibû û di operasyonê de 14 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn.
Cenazeyên 11 gerîlayên HPG'ê hatibûn rakirin û cenazeyen 2 gerîlayên HPG'ê jî li herême mabûn. Çend roj berê endamên Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê heyetek ava kirin û ji bo cenazeyên 2 gerîlayên HPG'ê yên li herêma operasyona wergirin dîsa çûn herêma operasyonê. Heyeta ÎHD'ê serê sibê dîsa çû herêma operasyonê û dê li herê operasyonê lêgerînê pêk bîne.