Şahidên bûyerê: Arda terkî mirinê kirin

Şahidên bûyerê: Arda terkî mirinê kirin

Têkildarî kuştina ciwanê binavê Ozgur Arda ku bi hinceta ‘hişyariya raweste pêkneanî’ ya ji aliyê polîsan ve şahidên bûyerê got; “Piştî Arda gulebaran kirin bideqîqeyan ambûlans hat. Lê belê demek dirêj polîsan Arda li erdê hêlan.”

Şeva din li derdora demjimêr 20.00’an li kolana Dêra Dayîka Meryem ya Taxa Alîpaşa ser bi navçeya Sûra Amedê ciwanê binavê Ozgur Arda (30) ji aliyê polîsan ve ji piştê ve hate gulebaran kirin û qetilkirin.

Şahidên bûyerê ragihandin ku, piştî dengê çekan bihîstin, Arda ket erdê û polîs nêzî 20 deqîqeyan li ser serê wî rawestiyan. Şahidê bûyerê da diyakirin ku, piştî bideqîqeyan nû ambûlans hat û îdîakir ku, li rexmî vî jî demek dirêj ambulansê Arda ji erdê ne rakir. Her wiha aşkera kir ku, piştî Arda nêzî 30 deqîqeyan li erdê ma bi ambulansê birin.

Dayîka Arda, Ezîze Arda jî got, polîsan kurê wê bi zanabûn kuştiye. Dayîka Arda destnîşan kir ku, 2 şahidên bûyerê yên binçavkirine jî, ji bo îfadeyên xwe biguherin zextan li ser dikin û got; “Li Qereqola Çarşiyê şahid hatin binçavkirin û li wir tên girtin. Hewil didin bi gefan îfadeyên wan bidin guhertin. Dewlet yê ruşwetê ji gel distîne berdide, yê ruşwetê jî nastîne jî dikuje.”

Dayîka Arda îdîakir ku, zarokek din jî yê wê sala 2006’an li Stenbolê polîsan ew di avê de xeniqand û da zanîn ku, polîsan du kurên wê bêmaf kuştin.

Beriya Ozgur Arda di 17’ê Tîrmehê de ciwanê binavê Nûrhak Çartay yê 18 salî bi îdîaya ku li ser hişyariya ‘raweste’ ne rawestiyeye, polîsan ew gulebarankir û qetil kiribû. Heya niha di derbarê polîsên ku Çartay qetilkirin de hêjan lêpirsînek jî nehatiye vekirin.