Şahidê nepenî: Dibin zextên fîzîkî û psîkolojîk îfadeyên min girtin

Şahidê nepenî: Dibin zextên fîzîkî û psîkolojîk îfadeyên min girtin

Di rûniştina doza siyasemetedarên Kurd a Şirnexê ya jê 41 kes girtî 55 kes tên darezandin, di nav de Sedat Alga yê ku di îdîanameyê de weke "Şahidê nepen Korkmaz" derbaz dibû axivî û wiha got: "Şahidê nepenî Korkmaz ez im. Min di rûniştina yekemîn de jî ev yek gotibû. Lê li ber çavan nehate girtin. Tiştên li ser navê min hatin gotin tu rastiya wan tuneye. Îfadeyên min di binçavan de bi zextên fizîkî û psîkolojîk hatine girtin weke şahidê nepenî nivîsîne. Li ser îfadeyên min dê ji gelek kesên ez nasnekin ceza bê dayîn. Min di derbarê karmendên îfadeyên min girtîn de serlêdana sûc kir. Lê heta niha tu tişt nehatine kirin."

24'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Şirnexê ya ku di nav de Parlementerê BDP'ê Faysal Sariyildiz jî di nav de ya jê 41 kes girtî 55 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê destpê kir. Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan û xizmên kesên girtî tevlî rûniştinêbûn. Di rûniştinê de ji bo Beşîr Katar ê ku tirkî nedizanî kesê li edliyê fotokopiyê dike weke tercuman hate peywirdarkirin. Beşîr Katar di parastina xwe de diyar kir ku, ji ber wan nasnameya xwe parast tên darizandin.

Katar da zanîn ku, di dosyaya wî de îfadeyên têkildarî Zerdeştiyê lê hatine zêdekirin. Serokê Dadgehê mudaxele li gotinên Katar kir û diyar kir ku, heke ew bikevin nav mijarên dîrok heta mehekê ji nav dernakevin. Katar jî aşkera kir ku, gotinên wî têkildarî dosyayê de ne û di dosyayê gelek tiştên dijhiqûqî hene û ji ber wê yekê parastinê nake. Katar destnîşan kir ku, ligel sûcên Kamîl Atak şênberin serbest hate berdan û ji ber vê yekê jî parastinê nake.

ŞAHIDÊ NEPENÎ: ÎFADEYÊN MIN DAYÎ WEKE ŞAHIDÊ NEPENÎ HATIN NIVÎSÎN

Azîz Kutlu jî di axaftina xwe de diyar kir ku, ji bilî zimanê zikmakî bi tu zimanên din parastinê nake. Sedat Alga jî diyar kir ku, ew jî dê bi zimanê zikmakî parastina xwe bike lê dê têkildarî îfadeyan de biaxive û wiha got: "Ji bo ewqas mirovan bidarezînin îdîaneme hatiye amadekirin. Şahidê nepenî Korkmaz ezim. Min di rûniştina destpêkê de jî ev yek got. Lê li ber çavan nehate girtin. Tiştên li ser navên min hatin gotin tu eleqeya wan bi rastiyê tuneye. Îfadeyên min di binçavan de bi zextên fizîkî û psîkolojîk hatine girtin, weke şahidê nepen nivîsîne. Li ser îfadeyên min dê ji gelek kesên ez nasnekin ceza bigirin. Min di derbarê karmendên îfadeyên min girtîn de serlêdana sûc kir. Lê heta niha tu tişt nehatiye kirin. Ez ji bo xwe tiştekî naxwazim. Wijdana min qebûl neke gelek kes ji ber min dê ceza bigirin. Dibe ku ji bo ceza bidin we xwe zelalkiribin. Lê wijdana min vê yekê qebûl nake."

Parêzer Fethî Gumuş jî diyar kir ku, divê gotinên "şahidê nepenî Korkmaz" li ber çavan bên girtin û di bingehan dozê de ev îfade hene û wiha got: "Divê îfadeyên 'şahidê nepenî' ji îdîanameyê bên derxistin. Heta muwekîlên min parastinê nekin, ez jî parastinê nakim.”

‘LI SER BIRYARA MGK'Ê LI HEMBERÎ BDP'Ê Û MUXALÎFAN TÊKOŞÎN HATE KIRIN’

Parêzer Mesut Beştaş jî diyar kir ku îfadeyên şahidê nepenî bingeha îdîanameyê pêk tîne û lê divê piştî van îfadeyan ji îdîanameyê bên derxistin. Beştaş anî ziman ku, muwekîlên wan mafê xwe yê parastinê bikarnaynin û ji bo darizandinê ev mafê sereke ye. Beştaş xwest ku rûniştin heta zagona parastina zimanê zikmakî derdikeve bê taloqkirin. Beştaş da zanîn ku, di sala 2006'an de MGK'ê du biryar girtin û wiha got: "Ji van yek têkoşîna bi 'cudaxwaziyê' ya din jî têkoşîna bi 'îrtîcayê' bû. Piştî vê yekê ji bo têkoşîna li hemberî van plansaziya hate çêkirin. Piştî sala 2006'an hikûmet bi dozên Balyoz û Ergenekonê di ser kesên plansaziya îrtîcayê amade kirin de çûn. Dadgehê di rûniştina generalan de plana îrtîcayê xwest. Lê bi şaştî ya cudaxwaziyê şandin. Dadgehê ev yek bi temamî lêkolîn nekir û paşve şand. Lê ev plana tekoşînê ne tenê li dijî PKK'ê nebû, li dijî BDP, ÎHD, MAZLUMDER û MEYA-DER'ê jî bû."

Rûniştin dê piştî nîvro berdewam bike.