Tevgerên Şoreşgerî yên ji aliyê gerîlayan ve li seranserê Bakûrê Kurdistanê hatine destpêkirin, ji Şemizînan heta Dêrsimê berdewam dikin. HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a li Şemzînanê de herî kêm 4 leşker hatine kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê Tevgerên Şoreşgerî yên ku gerîlayên HPG’ê li seranserê Bakûrê Kurdistanê ji Zagros heta Dêrsimê dane destpêkirin de agahî da.
LI ŞEMZÎNANÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya serweriya gerîlayan ya li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê ya Colemergê de ji aliyê gerîlayan ve hin rêzeçalakî hatiye lidarxistin û got:
“Di 25'ê îlonê de di saet 11.00'an de li dijî Alaya Garê ya Şemzînanê çalakiyeke hemwext hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li dijî du baregehên cuda hate lidarxistin de 4 leşkerên dijmin hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi wesayitên sivîl ji herêmê dûr xistiye.
KESEK HAT BINÇAVKIRIN
Di 22'ê Îlonê de di saet 06.00'an de li bajarokê Rûbaroka Şemzînanê di navbera gundên Kurkê û Bêgirdê de operatorê dozerê ya şîrketa Kaldirimoglu ya xebatê avakirina qereqolan girtiye ser xwe yê bi navê Serhat Demîrcan ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Piştî lêpirsîna destpêkê hatiye girtin.
Ji 25'ê îlonê de ji saet 05.00'an heta 26'ê îlonê saet 05.00'an ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Çarçela, Mêrgezerê û Sertêlê bi hewan û obusan dîsa di 26'ê Îlonê de di saet 08.00'an de li dijî heman herêmên bi balefirên şer hatiye bombekirin.
LI AMEDÊ RÊ HATIYE KONTROLKIRIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Harûn û Şehîd Armanc a li eyaleta Amedê hatiye destpêkirin de ev agahî da;
Di çarvoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Harûn û Şehîd Armanc de di 25'ê Îlonê de di navbera saet 15.00 - 19.00'an de li Amedê di navbera navçeyên Pasûr û Farqînê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
Di vê çalakiyê de karkerên li bendava Farqînê de dixebitin, li pêşperî gel dadgeha wan hatiye sazkirin, ji ber sonda nexebitandina li bendavên erdnigariya Kurdistanê qetldike dane, serbest hatine berdan. Piştî çalakiyê di navbera saet 20.00-21.00'an de herêma Heci Çerkeza bi ser Farqînê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.”
LI ELKÊ ÇALAKÎ
Di daxuyaniyê de der barê tevgera gerîlayan a li Botanê de jî agahî da û got; “ Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda de di 25'ê Îlonê de di saet 19.00'an de li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî girê Çeper ê ewlekariya Fermandariya Tûgayê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya ku hemû baregehên dijmin bi awayeke bandor hatiye lêdan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelakirin.”
LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BOMBEBARAN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 24'ê îlonê de di navbera saet 15.00-19.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarokê Şeladizê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de Girên Rûbar, Angola û Ferhat ên bi ser Çiyareşê ne şewata daristanan a dest pê kiriye hîn jî berdewam dike.
Ji 23'ê îlonê û vir ve li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî herêmên Garêya biçûk û mezin, Ertûş û Gundê Zêwê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. “
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê aşkere kir ku di 13'ê Îlonê de li navçeya li navçeya Ebex (Çaldêran) a Wanê Atakan Gonen ê ji aliyê gerîlayan ve hatibû binçavkirin, piştî kar û xebatên hiquqî qediyan serbest hatiye berdan.
LI DIJÎ ENDAMÊ JÎTEMÊ ÇALAKÎ
Her wiha HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Celal, Şehîd Zîlan û Şehîd Azîz de, di 19'ê îlonê de li navedan Dersimê endamê Jîtemê Haydar Çigliyê li Gundê Kumriyê ye di navbera gerîlayan û vî şexsî de pevçûneke qewimiye û got; “ Di encama vê pevçûnê de Haydar Çigliyê giran birîndar bûye bi helîkopterên skorskye rakirine nexweşxaneya Meletiyê.”