Tevgera leşkerî zêde dibe
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk roj bi roj zêde dibe.
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk roj bi roj zêde dibe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der heqê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:
" Di 13'ê Gulanê saet di navbera 16-40-17:30 de li qada Şukê ya Avaşîn, di 14'ê Gulanê saet di 02:00 de li Metîna, heman rojê saet di navbera 06:30 - 07:00 de li herêma Zapê û xeta sînor, balafirên şer ên T.C a dagirker tevgeriya ne. Her wiha di 14'ê Gulanê saet di navbera 24:00 - 04:00 de li Metîna, di 13'ê Gulanê saet di navbera 22:00 - 23:00 de li qada Çiyayê Reş a Zapê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re artêşa Tirk keşif kiriye.
Di 13'ê Gulanê de ji bo qereqolên Sûveren, Selvî û Gap ên navçeya Çewlik Dara Hênê bi helîkopterên tîpa Skorsky ên artêşa T.C a dagirker re leşker hatine veguhastin. Her wiha di heman rojê de li ser qadên Sûveren, Selvî û Gapê jî bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.
Di 13'ê Gulanê saet di 19:30 de artêşa T.C a dagirker li ser rêyên di navbera gundê Boşatê û navçeya Amed Farqînê de bi maşînên zirxî kontrola rê kiriye. Her wiha li ser heman rêgehê bi beşdariya yekîneyên veşartî û cerdevanan re kemîn hatine danîn. Artêşa Tirk heman rojê saet di 00:00 de xwe vekişandiye. Ji danê nîvro heta danê êvarê yê heman rojê li ser qada Apê Mûsa bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.
Di 13'ê Gulanê saet di 16:00 de li qada gundê Tatan ê ser bi navçeya Mûş Gimgimê, artêşa T.C a dagirker derketiye operasyonê. Operasyon heman rojê saet di 00:00 de bi awayekî bê encam bi dawî bûye.
Di sibeha 13'ê Gulanê de li qada Tendurek a Agirî, bi pêgerên hewayî yên bê mirov re artêşa T.C a dagirker, keşif kiriye. Danê êvarê gerîlayên me gule li van pêgeran reşandin û li ser vê yekê pêgerên hewayî yên artêşa Tirk neçar mane ji herêmê biçin. Heman rojê saet di navbera 15:00 - 18:00 de li qada Kirê Kor bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin."