Tevgera leşkerî didome
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hember qadên gerîlayan didome.
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hember qadên gerîlayan didome.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî tevgera leşkerî ya artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê got ku artêşa Tirk xebatên keşf û kemîndanîna didomîne û ev agahî da:
“Di navbera 19’ê Gulanê saet 13:00 û 20’ê Gulanê (îro) saet 03:00’an de li ser qada Şemzînan a girêdayî Colemêrgê pêgerên hewayî yên artêşa dagirker a T.C keşf pêk anîne. Ev tevgera leşkerî li qadên me yên gerîla zêde bûne. Li gor vê;
19’ê Gulanê di navbera saet 12:30 - 16:00’an de li herêma Xakurkê, heman rojê di navbera saet 17:00 û 20’ê Gulanê saet 12:00’an de li qada Tabûra Ereba ya li ser xeta herêma Avaşîn û 4 rojên dawî ne, li qada Şukê, 19’ê Gulanê saet di navbera 19:00 - 23:00’an de li qada Zozanê Avaşîn, Werxelê, Ertuş, Ciloyê Biçûk û Tepê Karker ên li ser xeta herêma Zapê, di navbera 18’ê Gulanê piştî nîvro, 20’ê Gulanê saet 07:30’’î de li qada Besta ya Şirnex, 19’ê Gulanê di navbera saet 19:00 - 00:00 de li ser qada Şehîtlîk a girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê pêgerên hewayî yên artêşa dagirker a T.C keşf pêk anîne.
Li navçeya Farqîn a Amedê li derdora bendava tê çêkirin her roj saet di navbera 20:00 û bi şev 03:00’an de wesayîtên zirxî yên artêşa dagirker a T.C kemînan datîne; danê sibehê bi awayekî zêde bi tedbîrên ewlehiyê re wesayîtên zirxî tevdigerin.
Di navbera 19’ê Gulanê saet 19:00 û 20’ê Gulanê saet 05:00’an de li qadên Çaylar, Tatan û Alangot ên girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê û derdora Qereqola Abdurrahman Paşa artêşa dagirker a T.C kemînan datîne.
Deh rojên dawî ne di navbera gundên Sêwîk û Kurd Elî yên girêdayî Zêdkan a Agirî li nuqteyên stratejîk cerdevan hatine bicihkirin.
Ev hefteyeke li ser rêya Pak a girêdayî navenda Dêrsimê artêşa dagirker a T.C bi wesayîtên zirxî û yekîneyên îstîxbarata leşkerî kemînan datînin.